‘Desthilatdarî têk çûye'

  • 09:14 1 Çile 2020
  • Ramyarî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari zextên li hember partiya wan nirxand û got: “AKP û alîgirên wan bi awayekî cidî winda dikin û di alî aborî di siyaseta hundir û derve de ev bi rehetî tê dîtin. Partiya me jî dê li gel zextan jî tu carî paşve gav navêjin.”
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edenê Tulay Hatîmogullari zextên li hember HDP’ê nirxand û diyar kir ku polîtîka qeyûm li her qadê pêk tê.
Tulayê destnîşan kir ku zextên li hember partiya wan, xeyala ku beyî HDP’ê bikevin hilbijartinê nîşa dide û got: “Desthilatdarî jî parçebûna xwe nabîne. Ji nav xwe du partiyên nû ava dikin. Sedema vê jî siyaseta şaş e. Feraseteke wek ya fîravun a wekê ‘Ez li gorî xwe vî welatî bi rêve dibim’ heye. Sînorek vê ferasetê heye. Tirkiye jî hatiye vê sînorî.”
 
‘Êrîşên li hember HDP’ê bi wan da windakirin’
 
Tulayê daxuyakirin ku AKP û alîgirên wan bi awayekî cidî winda dikin û di alî aborî di siyaseta hundir û derve de ev bi rehetî tê dîtin. Tulayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li hember HDP’ê li hember mîtîngên wan êrîşên bombeyî pêk hatin û gelek êrîş hatin jiyîn. Li gelek bajaran êrîşê avahiya kirin. Gelek kesî jiyana xwe ji dest dan. Me bedelên giran dan. Tevî vê HDP’ê şûnde gav navêt. Êrîşên wan bi wan dan windakirin.”
 
Tulayê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku desthilatdariyê Tirkiye di her mijarê de xistiye kaosê û got: “ Desthilatdarî têkçûye, bi lez diçe. Di dîrokê de mînakên hatine jiyîn hene. Mînak Hîtler û Musallînî jî wisa kiribû. Dema faşîzma xwe ava dikirin, operasyonên dersînor jî kirin. Em ê her tim li dijî operasyona li hemberî Sûriyeyê bin.”