‘Berxwedana jinan mohra xwe li sala 2019’an da’

  • 09:16 30 Kanûn 2019
  • Ramyarî
Habîbe Eren- Dîlan Babat
 
ENQERE - Berdevka Meclîs Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku di sala dawî ya siyaseta Tirkiyeyê de li dijî faşîzma ku AKP-MHP’ê hewl da mayînde bike, jin û gelan têkoşînek mezin daye û got: “Seranserê salê têkoşîna jinan mezin bû. Em dikarin vê ji bo hemû cîhanê jî bêjin.”
 
Sala 2019’an bi geşedanên li Sûriye û Rojhilata Navîn, li Tirkiyeyê jî bi şer, binpêkirin, zayendperestî, xizanî û întîxaran derbas bû. Partiya ku herî zêde hedef hat girtin HDP bû. Ji 2015’an heta niha di operasyonên li hember HDP’ê de 15 hezar û 530 kes hatin binçavkirin û tê de hevserok, parlamenter, rêveber û endamên partiyê jî hene 3 hezar û 661 kes hatin girtin. Di 2019’an de jî herî kêm hezar 674 kes hatin binçavkirin û 200 kes jî hatin girtin.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê  Dîlan Dîrayet Taşdemîr, geşedanên salekê û têkoşîna HDP’ê ya salekê nirxand.
 
‘AKP’ê têkçûn û kaosek mezin û cidî jiya’
 
Dîlan  daxuyakirin ku di 2019’an de her cureyê dijhiqûqî, tasfiye û binpêkirinê li dijî siyaseta demokratîk pêk hatiye û li dijî vê jî berxwedan û têkoşînê mohra xwe li salê daye û got: “Bêguman faşîzma AKP-MHP’ê bi stratejiya me ya 31’ê Adarê têk çûn û kaosek cidî jiyaye. AKP têkçûnek cidî jiya.”
 
‘Hema hema her roj jinek hat qetilkirin’
 
Dîlan  destnîşan kir ku bi taybet piştî OHAL’ê bi KHK’yên hatin derxistin hewl hat dayîn hemû civak bê çewisandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybet 4 sale tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê polîtîka zextê xist jiyanê. Partiya herî zêde rastî zextan hat jî HDP bû. Bi qeyûman dest danîn ser şaredariyên me. Bi sedan hevalên me hatin girtin. Dîsa şîdeta li ser jinan jî derket asta herî jor. Hema hema her roj jinek hat qetilkirin. Em bi qirkirina jinê re hatin rû hev.”
 
Dîlan  di berdewamiyê de wiha got: “AKP’ê bi armanca çewisandina gelan polîtîka hilberand. Di vê pêvajoyê de bi mîsyon û pêşengiya jinan desthilatdariyê têçûnek cidî jiya.”
 
‘Zayendperestî û netewperestî zêde bû’
 
Dîlan  operasyona di 9’ê cotmehê de li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin jî bi bîr xist û got: “Hewl hat dayîn ku çîrokek bekayê empozeyê civakê bikin. Ev kaos bi hevkariya hêzên navneteweyî hat kûrkirin. Di sala 2019’an de hem netewperestî û hem jî zayendperestî derket asta herî jor. Destkeftiyên Kurdan hedef hatin girtin, bi darbeya duyemîn a qeyûman re hevşaredarên me hatin girtin, şaredariyên me hatin xespkirin. Her wiha statuya Kurdan a li Rojava jî hedef hat girtin.”
 
‘Tevî hemû êrîşan muxalefeta jinan şûnde neket’
 
Dîlan  bi lêv kir ku li her derê cîhanê muxalefeteke jinan a pêş ketiye heye û got di tespîta ‘wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinê’ mafdar derketine. Dîrayetê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê jin hatin cem hev û muxalefeteke jinan a tu car şûnde neket, ava kirin. Ev jî bi derfetên cidî pêk hatin.”
 
Dîlan  got di vê pêvajoyê de hewl hatiye dayîn ku partiya wan bê tunekirin û got: “Bi konseptekê hem tevgera azadiya Kurd, hem muxalefeta jinan, hem tevgera şoreşger û hem jî tevgera femînîst hedef hat girtin. Li Tirkiyeyê hemû kesên îtîrazê vê kirin jî bûn hedef.”