Li Rihayê jinan beriya konferansê pêşniyarên xwe ragihandin

  • 12:57 28 Kanûn 2019
  • Ramyarî
RIHA - Beriya Kongeransa Meclisa Jinê ya HDP'ê ku wê di 18-19'ê Çileya 2020'î de li Enqeryê bê lidarxistin bi jinan re li Rihayê civîn  hat lidarxistin û pêşniyarên jinan hatin girtin. 
 
Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya Konferansa Meclisa Jinan a HDP'ê ku wê di 8-19'ê Çileya 2020'î de li Enqeryê bi dirûşma, "Em di azadiyê de bi israr di têkoşînê de bi biryarin li dar bixwe, li Rihayê cîvîna amadekariyê hat lidarxistin.  Civîn li avahiya HDP'ê ya Rihayê hat lidarxistin û endamên Meclisa JInan a HDP'ê, Meclisa Dayikên Aştiyê  û gelek jin tevli bûn. 
 
Civîn bi menasebeta 8'emîn Salvegera Komkujiya Roboskê bi bîranîna 34 kesên di encamê de jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin. 
 
Piştre jinên ku yek bi yek axivîn, pêşniyarên xwe ji bo konferansa ku wê bê lidarxistin anîn ziman.