‘Divê 4 parçe xwe rêxistin bike, tecrîdê bişkîne’

  • 09:14 28 Kanûn 2019
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Jinan diyar kirin ku Yekitiya Kurdan j bo Gelê Kurd girînge û gotin: “Yek ji pirsgirêka herî girîng ya Gelê Kurd yekitî ye. Divê li her çar parçeyan xwe bi rêxistin bikin û sînor bên şewitandin, tecrîd bê şikandin.”
 
Bi nûnerên Tevgera Azadî, Partiya Azadî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Komeleya Kurd a Demokratîk Şoroşger (DDKD), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Mirov û Azadiyê (PMA) Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Platforma Kurd a Demokratîk (PDK-Bakur), Partiya Demokratîk a Kurdistan Tirkiye (PDK-T) civîn pêk hatibû û piştî civînê deklerasyon hat aşkerakirin. Di civînê de der barê parastina destkeftiyên kurd de biryar hat girtin û hat diyarkirin ku ji bo pêşeroja Gelê Kurd divê demildest tifaq bê avakirin. Jinên ku xwedî li biryarê derketin diyar kirin ku divê demildest yekitiya kurdan pêk bê.
 
‘Divê em yekitiya xwe mayînde bikin’
 
Ayşe Karuş Zengîn diyar kir ku divê Gelê Kurd tawîzê ji yekitî û rêxistinbûna xwe nede û wiha got: “Divê hemû astengiyên li pêş yekitiyê bên rakirin.Kombûna partiyên siyasî gelek girînge. Pêngaveke girîng û dîrokî ye. Divê hemû partiyên kurd bibin hevkarê vê xebatê. Divê Gelê Kurd xwedî li xebatên yekitiya neteweyî derkevin. Hewl didin axa kurdan dagir bikin. Êrîşî destkeftiyên kurdan dikin. Tehemulê hebûna me nakin. Bersiva herî baş jî yekitiya me ye. Divê em nîşanê serdestan bikin ku sînor ji bo me bê wate ne.”
 
‘Em sînoran nas nakin’
 
Asiye Şîmşek jî bi lêv kir ku kurd bi salen rastî êrîşan tên û hemû mafên wan tune tê hesibandin û got: “Yek ji sedemên vê yên herî girîng, şert û mercên tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Divê Gelê Kurd li her çar parçeyî xwe rêxistin bike. Divê sînoran bişkînin. Ne tenê Tirkiye, çavê hemû dewletan li axa me ye. Di her firsendê de hewl didin axa me dagir bikin. Me li hember hev dikin dijmin. Em sînoran nas nakin. kurd her tim zilmê dibînin.”
 
‘Divê jin xwedî li yekitiya neteweyî derkevin’
 
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Berîtan Onen jî destnîşan kir ku yek pêngavake şîara ‘me ciwan dest pê kir em ê ciwan biserkevin’ xwedîketina li yekitiya neteweyî ye û got: “Di şexsê ciwanan de dixwazin civakê ji rê derbixin. Li dijî vê divê bi taybet jinên ciwan di têkoşînê de cihê xwe bigirin.Herî zêde hewcedariya jinan bi yekitiya neteweyî heye. Hedefa ewil a şer jin in. Li ser bedena jinan siyasetê dikin. Bedena jinan teşîr dikin. Li Şengal û Rojava me hemûyan dît ku jin çawa hatin revandin û firotin. Li Rojava destkeftiyên gel hatin hedefgirtin. Rojava şoreşa jina ye. Ji ber vê divê herî zêde jin xwedî li yekitiya neteweyî derkevin. Divê jinên kurd bi hev re xebatê bimeşînin.”