Di butçeya 2020’an de jin tune ye: Desthilatdariya dijminê jinê heye

  • 09:08 23 Kanûn 2019
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum butçeya sala 2020’an ku tê de jin tune ye bi bîr xist û got: “Nêzîkatiyeke ku jinê nabîne û hepsî malê dike mijara gotinê ye. Butçe û desthilatdariyeke ku pêşî li berdanê digire, mafê nefeqeyê ji holê radike, dijminahiya jinê dike, heye.”
 
Li Meclîsa Tirkiyeyê di 6’ê mijdarê de hevdîtinên buçteyê dest pê kiribûn û hefteya borî bi dawî bûn. Di encama nîqaşan de, ji bo wezaretan û şer butçeya herî mezin hat veqetandin. Di hevdîtinên butçeyê de wezîra Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê Zehra Zumrut Selçuk wiha gotibû: “Ji bo yekitiya malbatê, ji bo kesên nû dizewicin em ê ji bo bûtçeya cihêz bibin alîkar’. Li ser vê şîroveyên wekê ‘jin ji nû ve tên heps kirin, bi şîdetê re rûbirû tên hatin kirin. Carek din hat tespîtkirin ku ji bo jinan butçe nehatiye veqetandin û dewlet xizaniya jinê nabîne. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, der barê hevdîtinên butçeyê de nirxandin kir.
 
‘Butçe ji qesrê çawa tê wisa derbas dibe’
 
Zuleyhayê daxuyakirin ku hevdîtinên butçeyê ewil ji komîsyonan dest pê dikin û piştre jî tê Lijneya Giştî ya Meclîsê û wiha got: “Di encama nîqaşên demdirêj de hevdîtin bidawî dibin. Lê tevî vê pêvajoyê butçe ji qesrê çawa tê wisa jî derbas dibe. Mixabin pêvajoyeke ku nêrîna rêxistinên girseyî ya demokratîk nayê girtin, pêk tê. Rexneyên jin, welatî, astengdar, kedkar, cotkar, LGBTÎ, betal, karker, ciwan û rêxistinên girseyî yên demokratîk nayên bihistin. Daxwaz û nêrînên gel tên astengkirin. Lê divê tevlîbûna gel jî di butçeyê de hebe. Me HDP’ê daxwaz kir ku hevdîtin zindî bên weşandin lê AKP-MHP’ê qebûl nekirin.”
 
‘Lêçûnên şer û ewlehiyê gelek zêde bûn’
 
Zuleyhayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku pêşnûmeqanûna butçeya rêveberiya navendî ya 2020’an, butçeya ji sedî 1 a beşeke diyarkirî ye û got: “Tu tiştekî ku ev butçe bide bindestan, kesên hatine tunekirin û înkarkirinê, tune ye. AKP’ê bi vê buçeyê ne li alî gel, li alî kesê ku ji bo wan cuda ne daniye holê. Butçeya 2020’an ku butçeya aliyekî diyarkirî ye, ji butçeya şer jî aştiyê jî dur e. Ev butçe bi zîhniyeteke ewlehîxwaz li gorî polîtîkayên şer hatiye amadekirin. Di butçeya 2020’an de lêçûnên şer û ewlehiyê sînor bezandine.”
 
‘Para herî mezin wê alîgir bigirin’
 
Zuleyhanê destnîşan kir ku butça 2020’an di heman demê de îtîrafa krîza aborî ye û got fatura krîzê jî li kedkar, jin û ciwanan tê birîn û ji bo sermayê jî piştgirî tê dayîn. Zuleyhayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê talankirina xwezayê bidome, her tiştê aîdê gel wê dewrî sermayeya neteweyî û navneteweyî bê kirin. Yanî para herî mezin a butçeyê wê ji qesrê û alîgirên wê re be.”
 
Zuleyhayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ligel gotinên Wzîra Xizmetên Civakî, Xebat û Mablatê, butçe bi teşeyê amadekirinê, butçeyeke mêr e û got: “Ji sedî 95 serokatiyên daîreyên stratejiyê yên butçeyên saziyan amade kirine mêr in. Yanî butçe di esasê de ji aliyê mêran ve hatiye kirin.”
 
‘Butçe û desthilatdariyek dijminê jinê heye’
 
Zuleyhayê her wiha destnîşan kir ku butçe, ne butçeyeke xwe dispêre wekheviya zayenda civakî û got AkP têgeha zayendê jî red dike û got: “Nêzîkatiyeke ku jinê nabîne û hepsê malê dike mijara gotinê ye. Butçe û desthilatdariyeke ku pêşî li berdanê digire, mafê nefeqeyê ji holê radike, dijminahiya jinê dike, heye.”