Meclisa Jinan a HDP'ê Konferansa 3'emîn a Asayî ya Herêma Serhedê li dar xist

  • 13:09 20 Kanûn 2019
  • Ramyarî
WAN - Meclisa Jinan a HDP'ê Konferansa xwe ya 3'emîn a Herêma Serhedê li dar xist. Di konferansê de Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Wanê Oznûr bartin axivî û got: "Em ê jinek jî kêm nebin. Em ê piştevaniya hev bikin û li ber xwe bidin."
 
Li Wanê Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Konferansa xwe ya Asayî ya Herêma Serhedê li dar xist. Di konferansa hat lidarxistin de, Endamên Meclisa Partiyê (PM), hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, parlamenterên HDP'ê yên Wanê Muazzez Orhan û Şevîn Coşkun û gelek siyasetmedarên jin jî cihê xwe girtin.
 
'Em nabin hevkarên vî sûcî'
 
Axaftina vekirinê ya konferansa ku bi rêzgirtinê dest pê kir ji aliyê Hevseroka Bajarê Wanê ya HDP'ê Oznur Bartin ve hat kirin. Oznurê diyar kir ku aliyekî felsefeya wan a damezrandinê têkoşîna azadiy jinê ye û wiha berdewam kir: "Divê em di warê polîtîkayê, rêxistinî de xwe bi hêztir bikin û bi hişmendiyeke hevpar tevbigerin.  Divê jinên ji rojava, rojhilat, bakur û başûrê Kurdistanê bên gel hev û hêza xwe bikin yek û hişmendiya jinê derxînin pêş.  Ji ber ku em dizanin em bi hev re bi hêz in û em ê bi hev re bikaribin hebin.  Me dayika Taybet ku cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma, Cemîleya biçûk û bi rojan cenazeyê wê di sarincê de ma, Hevrîn Xelef a ku îşkence li cenazeyê wê hat kirin û gelek jinên din ji bîr nekirine. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî hişmendiya baviksalar ku Emîne Bulut a got "Naxwazim bimirim" qetil kir berdewam bikin.  Em nabin hevkarên vî sûcî û em ê hesap ji kujerên jinan bipirsin." 
 
'Em jineke din jî kêm nabin' 
 
Oznûrê diyar kir ku zîhniyeta qeyûm testkeftiyên jinan hedef girtine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Niha hevşaredar û hevserokên ku îradeya gel in di girtîgehan de ne û bi vî awayî dixwazin îradeya jinan xesp bikin. Em jinek jî kêm nabin û em ê bibin hevkarên hev. Em ê li ber xwe bidin. Bi vê minasebetê ez Konferansa 3'emîn a Asayî ya Herêma Serhedê ku em ê pê re tarîtiyê veguherînin ronahiyê, piştevaniyê derxînin holê silav dikim." 
 
Piştî axaftina vekirinê konferans ji çapemeniyê re girtî hat berdewamkirin.