Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Plana têkbirinê xistin dewrê

  • 14:41 18 Kanûn 2019
  • Ramyarî
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr mijarên di rojevê de nirxand û da zanîn ku çawa ku kujerên komkujiya Srebrenitsa hatin darizandin, dê yên li Şirnex, Sûr, Cizîr û Nisêbînê sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîn jî dê werin darizandin. 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijdarên di rojevê de nirxand. 
 
Dîlan da zanîn ku salvegera koça dawî ya hunermenda kurd Eyşe Şan e û got: “Tevahiya jiyana wê di têkoşînê de derbas bû. Li aliyekî li dijî pergala serdest a zilam û li aliyekî jî li dijî pişaftinê têkoşiya. Gelek berhemên giranbûha li pey xwe hişt. Îro salvegera 23’yemîn a koça wê dawî ye. Em carek din wê bibîr tînin.” 
  
Dîlan têkildarî salvegera qedexeyên derketin derve yên li bajarên herêmê wiha got: “Di 16’ê tebaxa 2015an de li Gimgima Mûşê Ekîn Wan hat înfazkirin û dorpêça bi teşhîrkirina bedena wê dest pê kir. Di qedexeyên derketina derve de hovîtî û bêhiqûqî pêk hat. Ji pitikên sê mehî heta kal û pîrên 80 salî bi sedan însan hatin qetilkirin. Bi deh hezaran însan ji warê xwe bûn û ketin ser rêya koçberiyê. Hêj malbat li cenazeyên xwe digerin. Ev hovîtî li ber çavê hemû dinyayê pêk hat. Em hemû şahidên wê demê ne û di bîra me de ye.” 
  
Dîlan diyar kir ku ew li benda saziyên navnetewî ne ku qewimandinên di serdema qedexeyên derketin derve de pêk hatin derxin holê û got: “Çawa ku komkujiyên li Guernica, Srebrenitsa û Darfur di bîra mirovahiyê de hatine lanetkirin û her çiqas demek dirêj di ser de derba bûbe jî kujerên wê hatine darizandin, dê yên li Şirnex, Sûr, Cizîr û Nisêbînê sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîn jî dê werin darizandin.” 
 
Dîlan anî ziman ku piştî civîna Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) a di 30’yê 2014'an de biryara Plana Têkbirinê xistin dewrê hêj di meriyetê de ye û ji wê rojê ve tunekirina îradeya gelê kurd û nasnameya gelê kurd di rojevê û dewrê de ye. 
 
Dîlan di dewama axaftina xwe de bal kişand hovîtiya li ser gelê kurd pêk tê û têkoşînan û berxwedana li dijî tayînkirina qeyûman û têkoşîna jinan û got dê gelê kurd tu carî serê xwe netewîne.