'Ez nikarim bi feraseta dijminahiya jinê dike re bixebitim'

  • 09:20 13 Kanûn 2019
  • Ramyarî
Hîkmet Tunç
 
WAN - Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Qelqeliyê ku hevşaredara wan hat girtin û qeyûm tayînê şûna wê hat kirin, civaknas Neslîhan Şedal got: “Ez carek din dibêjim ku em bi feraseta ku li dijî jinê her cureyê polîtîkaya dijminahiyê dimeşîne, naxebitim.”
 
Li Qelqeliya Wanê di hilbijartinên 31’ê adarê de namzetên Partiya Demokratîk a Gel (HDP) ji sedî 77 deng girtin û hatin hilbijartin. Di 6’ê kanûnê de di serdegirtina malan de hevşaredarên Qelqeliyê Dîlan Orencî û Yakup Almaç hatin binçavkirin û qeymeqam tayînê şûna wan hat kirin.
 
Piştî qeyûm cara duyemîn tayînê şaredariyê hat kirin gel bertekên tûnd nîşan da û gelek xebatkarên şaredariyê diyar kirin ku ew qeyûm nas nakin û îstîfa kirin. Yek ji kesên îstîfa kir Midûra Polîtîkayên Jinan Civaknas Neslîhan Şedal bû. Neslîhanê diyar kir ku di 2016’an de di şaredariyê de wek Midûra Polîtîkayên jinan dest bi xebatê kiriye û di îlona 2016’an de dîsa bi talîmata wezareta karê hundir, qeyûm hatiye tayînkirin û midrûyeta wan girtine û dawî li karê gelek jinan dane. 
 
‘Projeyên me hatin betalkirin’
 
Neslîhanê bi lêv kir ku wê demê di sê qadan de yên wekê ‘pêşxistina aboriya jinan’, ‘perwerde û lêkolîn’, ‘têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê’ dest bi xebatan kirine û got: “Em tax bi tax, derî bi derî geriyan û em bi jinan re hatin cem hev. Me potansiyelek cidî ya jinê derxist holê. Me gelek projeyên îstîhdamê derxist holê. Yek ji van erdên tûfrengan û serayên sebzeyan bûn. Qada îstîhdamê ji bo jinan hat vekirin. Lê qeyûmê hat tayînkirin projeyên me rawestand.”
 
‘Min cara duyem bi HDP’ê dest bi xebatan kir’
 
Neslîhanê daxuyakirin ku ji peywira xwe ya ku hatibû avêtin, bi biryara dadgehê şûnde hatiye lê ji ber nexwestiye bi qeyûm re bixebite, li bendê encamên hilbijartinên herêmî sekineye û got: “Bi şaredariya HDP’ê re cara duyem wek midûra polîtîkayên jinan xebata min dest pê kir.”
 
‘Vîna gel cara duyem hat xespkirin’
 
Neslîhanê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Dema hevşaredar hatin binçavikrin em çûn avahiya şaredariyê lê gelek polîs avahî dorpêç kiribûn. Em memurê wê saziyê bûn lê nehiştin em bikevinê. Em hatin derbkirin. Cara duyem îradeya me xesp kiribûn. Vîna gel hat tunekirin. Mafê hilbijartinê tune hat hesibandin. Qeyûmê ji aliyê gel ve bi tu awayî nayê qebûlkirin, wê tu car jî rewa neyê dîtin. Hêrsa gel li dijî vê xespa duyemîn pir zêde bû.”
 
‘Min li dijî zîhniyeta dijminê jinê îstîfa kir’
 
Neslîhanê destnîşan kir ku ji ber vê îstîfa kiriye û wiha berdewam kir: “Me berê jî gotibû em bi feraseta dijiminê jinê re naxebitin. Em niha jî dibêjin. Em qeyûmên ku dijminê jinê ye û êrîşê destkeftiyê jinê dikin nas nakin. Ji 9’ê kanûnê de ye min ji xebata xwe ya şaredariya Qelqeliyê îstîfa kiriye. Li dijî qeyûman, girtina hevşaredarên me, tunekirina vîna gel min îstîfa kir.”