Fîlîz Kerestecîoglu ya HDP’î: Di lêpirsîna Rabîa Naz de kêmasiyên cidî hene

  • 09:17 12 Kanûn 2019
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Jina bi navê Rabîa Naz Vatan biguman jiyana xwe ji dest dabû û ji bo wê komîsyona lêkolînê hatibû avakirin. Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu ya di komîsyonê de cih digire diyar kir ku di lêpirsînê de kêmasiyên cidî hene û got: “Lêpirsîna Nadîra Kadîrova jî bi heman awayî didome. Qada rojnaemgeriyê tê tengkirin û bûyerên mîna Rabîa Naz û Nadîra Kadîrova nayê ronîkirin.
 
Di 12’ê Nîsana 2018’an de li Eynesîl a Gîresunê Rabîa Naz Vatan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû û der barê mirina wê de komîsyona lêkolînê ya meclîsê hat avakirin. Komîsyonê li Eynesîlê lêkolîn kir û piştperdeya di dosyayê de hîna nehatiye rakirin. Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu der barê mijarê de axivî.
 
Fîlîzê da zanîn ku komîsyon ne tenê ji bo Rabîa Naz Vatan ji bo hemû mirinên biguman hatiye avakirin û got: “Mirinên zarokan yên biguman digihêjin me. Divê komîsyon van mirinan jî lêkolîn bike. 5 sal bû me dixwest komîsyon bê vekirin lê her tim dihat redkirin. Carekê li dijî Weqfa Ensarê komîsyon hat avakirin. Ez dîsa di wê komîsyonê de bûm.”
 
‘Baweriya bi edeletê nemaye’
 
Fîlîzê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwaze bila Rabîa be, dixwaze bila bûyera Nadîra Kadîrova be. Di hemû bûyerên wisa de pirsgirêka esas eve ku baweriya mirovan a bi edeletê tune bûye. Bi hewldanan dixwazin hinek tiştan derxin holê. Di van bûyera de întîxar bin jî mirov bawer nakin. Ji ber edelet û lêpirsîn hejyaye.”
 
‘Lêpirsîn qels in’
 
Fîlîzê destnîşan kir ku ji ber nirxên etîk nikare der barê lêkoşîna Rabîa Naz de agahiyan bide û got: “ Lê di lêpirsînê de qelsiyên cidî hene. Di vê alî de lêpirsîn pir kêm maye. Di lêpirsînê de bersiva pirsa ‘ketin an jî qezaya trafîkiye’ jî nehatiye dayîn. Di rojên pêş de kesên der barê rewşê de li zanîngeha Hacetepe û Tipa Edlî rapor dane wê bên guhdarkirin.”