Meral Daniş Beştaş: Li cihê ku faşîzm mayîn de bûye, daraz ne serbixwe ye

  • 09:10 9 Kanûn 2019
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Meral Daniş Beştaş ya HDP’î diyar kir ku li Tirkiyeyê ewlehiya hiqûqî ya tu kesî tune û got: “Di zemîneke ku faşîzm mayîn de bûye de, daraz ne bêalî û serbixwe ye. Niha hemû kesên muxalefetê desthilatdariyê dikin, ji desthilatdariyê re gotinê dibêjin, desthilatdariyê rexne dikin û li dijî polîtîkayên şer derdikevin, di hedefa darazê de ne.” 
 
Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1948’an de 10-17’ê Kanûnê de Peymana Gerdunî ya Mafê Mirovan îlan kir û ev dîrok di heman demê de Hefteya Mafê Mirovan hat qebûlkirin. Tirkiyeyê jî ev peyman di 1950’î de Îmze kir û di 1954’an de ket meriyetê. Ev peyman di nokteya mafê mirovan de wek referans tê dîtin. Parlamentera Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, binpêkirin û rewşa darazê ya li Tirkiyeyê nirxand û got: “Li cihê ku faşîzm mayînde bûre, daraz ne bêalî û serbixwe ye.”
 
‘Tirkiye xeleka binpêkirina ye’
 
Meralê destnîşan kir ku li her derê cîhanê salvegera hefteya mafê mirovane û di vê hefteyê de hemû welat raporên binpêkirinên mafan aşkera dike û got li Tirkiyeyê jî rojeveke gelek girîng li pêş wan e. Meralê got: “Li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan roj bi roj saet bi saet zêde dibin. Bi salane li Tirkiyeyê desthilatdarî biguherin jî rêbaz biguherin jî mixabin binpêkirina mafan neqedya. Ez bi salan di qada mafên mirovan de bi dildarî xebitîm. Dema me nû dest pê kir me got ‘bila hewcedarî me nemîne.’ Me xeyal kir ku hewcedarî bi parêzvanên mafê mirovan nemîne. Gelo ev binpêkirinên mafan çi ne? îşkence, lêdan, desteserkirina azadiyan, binçavkirin, girtin. Li Tirkiyeyê xeleka binpêkirina mafan mijara gotinê ye. Der barê rewşa girtiyên nexweş de tabloyek cidî heye. Sê roj berê girtiyekî 66 salî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.”
 
‘Li Tirkiyeyê ewlehiya hiqûqî tune’
 
Meralê bi lêv kir ku ji bo pêşîgirtina binpêkirina mafê mirovan, îradeya siyasî xwedî rolek girîng e û ev tişt bi lêv kir: “Binpêkirinên mafan bi destê dewletê tê kirin û rewakirin. Her wiha dewlet bike jî nekeve jî, li gorî destûra bingehîn, berpirsyariyên objektîf yên dewletê hene û ji hemû binpêkirinan berpirs e. Neçar mafê her zindiyî bê parastin. Ger neyê parastin, berpirsê hemû zext, îşkence, kuştin û tecawizan dewlet e. Heta daraz serbixwe nebe, ewlehiya me kesî tune. Ger hiqûq tunebe em tu kes nikaribin maf û azadiyên xwe biparêzin. Li Tirkiyeyê ewlehiya hiqûqî ya tu kesî tune. Li cihê ku faşîzm mayînde ye, daraz ne serbixwe û bêaliye.”
 
‘Li dijî hemû muxalefetê polîtîkaya zextê heye’
 
Meralê gotinên wezîrê aboriyê Berat Albayrak yên wekê ‘em ê der barê kesên dibêjin krîza aborî heye de lêpirsînê bidin destpêkirin’ bibîr xist û got li Tirkiyeyê azadiya fikr û ramanê tune û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo parvekirinên çapemeniya civakî operasyon tên kirin û di şevekê de bi sedan kes tên binçavkirin. Ne tenê li dijî HDP’ê li dijî hemû kesên muxalefetê dikin ev pêk tê.”
 
Meralê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser zêdebûna kuştinên jinan a di dema AKP’ê de û daxuyakirin ku mafê jiyana jinan ne di bin ewlehiyê de ye û got tu hincet nikare kuştinên jinan rewa bike. Meralê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez hemû hevalên me yên di têkoşîna mafê mirovan de cih digirtine, bedel dane, jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînim. Di vê qadê de lehengên bê nav gelek zêde ne. Wê têkoşîna maf tu car neqede. Em ê bîranîna hevalên xwe bidin jiyîn, têkoşîna wan bidin berdewam kirin.”