Kurd di rêya yekîtiyê de ne: Bi rexne û pêşniyaran piştgiriyê bidin me

  • 09:04 9 Kanûn 2019
  • Ramyarî
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku li her derê li dijî nirx û destkeftiyên Kurdan êrîş pêk tên û got: “Em ê bi gelê xwe re xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Bi rexne û pêşniyarên xwe, piştgiriyê bidin vê meşa me ya dîrokî ya ku îro pêngava wê ya ewil hatiye avêtin.”
 
Bi nûnerên Tevgera Azadî, Partiya Azadî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Komeleya Kurd a Demokratîk Şoroşger (DDKD), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Mirovahî û Azadiyê (PMA, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Platforma Kurd a Demokratîk (PDK-Bakur), Partiya Demokratîk a Tirkiye Kurdistanê (PDK-T) civîn pêk hatibû û piştî civînê deklerasyon hat aşkerakirin. Di civînê de der barê parastina destkeftiyên Kurd de biryar hat girtin û hat diyar kirin ku ji bo pêşeroja gelê Kurd divê demildest tifaq bê avakirin.
 
‘Em ê destkeftiyên xwe biparêzin’
 
Hevseroka Gişî ya DBP’ê Salîha Aydenîz civîn û biryarên hatine girtin nirxand û da zanîn ku berê jî gelek caran partiyên Kurd hatine cem hev û wiha got: “Ji bo Kurdan biryara herî rast tifaq e. Ji bo tifaqê wê ji vir şûnde em ê bi hev re tevbigerin. Em ê di nokteya rê û rêbazan de ji nûve bên cem hev. Bi operasyonên siyasî û qeyûman îradeya Gelê Kurd tê tunekirin. Li dijî destkeftiyê Kurdan êrîş hene. Van pêkanînan jî bandor lê kir ku em lez bikevin tevgerê. Bi taybet êrîşên li dijî destkeftiyên Kurdan, nayên qebûlkirin. Ger em destkeftiyên xwe neparêzin, ne pêkane ku em yekîtiya xwe jî biparêzin.”
 
‘Divê demildest yekîtiya Kurdan bê avakirin’
 
Salîhayê destnîşan kir ku Gelê Kurd ji bo yekîtiya xwe bi dehan bedel dane û têkoşîneke ku bi salane berdewam dike heye û wiha got: “Divê Gelê Kurd demildest yekîtiya xwe ava bike. Me ji bo vê destpêkek kir. Em hêvî dikin ku ev tifaqa li Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin, li Başurê Kurdistanê jî bê qebûlkirin û bi hev ji bo parastina destkeftiyan pêngav bê avêtin. Geşedanên li her çar parçeyê Kurdistanê hatiye jiyîn; Gelê Kurd ji aliyê gel û rayagiştî ya cîhanê ve eleqe dîtiye. Ji bo fêdeya gelê me rayagiştî ya navneteweyî ya xurt ava bûye. Ger em jî bibin yek, hêza xwe bikin yek, wê qebûlkirin û piştgiriya rayagiştî jî hîn bêtir xurt be. Em ê xebatên xwe di bin navê ‘Xebata Tifaqa Kurdistanî de’ bidomînin.”
 
‘Divê em hedefa tifaqa neteweyî bi hev re mezin bikin’
 
Salîhayê gotinên xwe wiha berdewam kir: “Em ê der barê rê, rêbaz, çarçove û pêkhateyên tifaqa neteweyî de di 18-19’ê Çileyê di 2020’an de komxebatek du rojan pêk bînin. Ev komxebat wê ji aliyê komîsyonekê ve bê organîzekirin. Em ê bi gelê xwe re xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Bi rexne û pêşniyarên xwe, piştgiriyê bidin vê meşa me ya dîrokî ya ku îro pêngava wê ya ewil hatiye avêtin.”