‘Butçeya ji penaberan re hatiye veqetandin ji şer û alîgirên AKP’ê re tê xerckirin’

  • 09:07 5 Kanûn 2019
  • Ramyarî
WAN - Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmoglullari da zanîn ku butçeya ku AKP’ê ji penaberan re veqetandiye ji şer û alîgirên xwe re xerc dike û got: “Desthilatdarî û mutefîkên wê penaberan nafikirin. Ji bo wan tu tiştekî nakin. Li cihê ku jê re dibêjin herêma tampone wê rêxistinên cîhadê lê bicih bikin.”
 
Bertekên li hember operasyona ku Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9’ê cotmehê de daye destpêkirin hîna didomin. Tirkiye li hember Ewropayê penaberan wek koz bikar tîne û dibêje armanca operasyonê ‘avakirin herêma ewleye’. Li gorî Komeleya Penaberan li Tirkiyeyê 3 mîlyon 682 hezar û 434 penaberên qeydkirî yên Sûriyeyê hene. Ji sedî 54 mêr û ji sedî 45 jî jin in.
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gel (HDP) ya Edenê Tulay Hatîmogullari da zanîn ku armanca herêma tampon ya wê li sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê avakirin, eve ku çeteyên OSO, El Kaîde û El Nusra lê bi cih bikin û got butçeya ji bo penaberan re hatiye veqetandin jî ji şer û alîgirên xwe re xerc dikin.
 
‘Li ser penaberên Sûriyeyê polîtîkayek taybet tê meşandin’
 
Tulayê got ji dema ku li Sûriyeyê şer hatiye destpêkirin heta niha koçberiyek mezin hatiye jiyîn û herî zêde jî Tirkiyeyê koç girtiye û wiha pê de çû: “AKP li ser gelê Sûriyeyê polîtîkayeke taybet dimeşîne. Tirkiyeyê ewil dest da ku Sûriyeyî bên Tirkiyeyê û piştre jî got ‘ez nikarin li penaberan binêrim, hejmar zêdeye, em bişînin welatekî din’. Ji bo vê jî hewl dide li sînorê bakur û rojhilatê Sûriyeyê herêma tampon ava bike. Hewl didin ku vê nifûsê li vir cih bikin. Ev ne tiştekî nû ye. Ji ber hevsengiyên navneteweyî bi awayekî ev nexist jiyanê. Niha dixwaze vê pêk bîne. Gelo wê ev penaber bên bicihkirin. Gelo ev ji bo penaberan baştiye.”
 
‘Wê rêxistinên selefî bike cîran’
 
Tulayê bi lêv kir ku ger li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî û desturek bingehîn a nû destpê dike wê demê ewil divê pisgirêka Îdlîbê bê çareserkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Îdlîbê gelek rêxistinê selefî yên cîhadî û DAIŞ’ê hene. AKP niha dixwaze van bîne li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bicih bike. Ev projeyên ji hev xetertirin. Desthilatdariya ku Kurdan cîran naxweze, DAIŞ’iyan tîne dike cîran. Ev ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo hemû welatên herêmê xetereyek mezin e.”
 
Tulayê balkişand ser polîtîka Tirkiyeyê ya der barê penaberan û got di vê mijarê de bi YE’yê re li hev kiriye û got: “Ev jî ne li gorî rêgeza mafê mirovan e. Erdogan di demên dawî de dibêje ‘me ji bo penaberan 40 mîlyar TL veqetandiye’. Lê butçeya ji derveyê welat tê diyar e. AKP û alîgirên wê penaberan nafikire. Ji bo wan pêngavê navêje. Tirkiye di krîzek aborî ya mezin de ye. Welatî êdî nikarin hewcedariyên xwe yên sereke jî bigirin. Di pêvajoyek wisa de butçeya serokomariyê tê xurtkirin. Ev jî nokteya ku bêdadî gihiştiyê nîşan dide. Me ev bir meclîsê. Gelek desthilatdariyan nelêrêtî kiriye lê tu desthilatdariyê evqas nelêrêtî nekiriye.”