Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Dixwazin siyaseta demokratîk tesfiye bikin

  • 14:56 30 Mijdar 2019
  • Ramyarî
ENQERE - Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît a di kongreya DBP’ê de axivî, diyar kir ku îro pêşxistina serhiladanên girseyî berpirsiyartiyeke dîrokiye. 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), 5’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Salona Konferansê ya Navenda Bazirganî ya Cîhanê li dar xist. Kongre bi axaftina mêvanan dewam dike. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, di kongreyê axivî.
 
'Kesên niha bêden dê piştre nekarin tiştek bibêjin'
 
Gulîstan, diyar kir ku Sebahat Tuncel, di kongreyeke din a asayî de ji girtîgehê bangî me kir û wiha got: "Ji 7’ê hezîrana 2015’an ve êrîşên mezin li ser hemû destkeftiyên me hene. Lê li dijî van êrîşan berxwedaneke mezin jî heye. Desthilatdariya heyî, li ser tunekirina kurdan û tesfiyekirina siyaseta demokratîk dixwaze hebûna xwe dewam bike. Yên ku li hemberî tunekirina vîna me bêdeng dimînin, wê di pêşerojê li hemberî tiştên li Tirkiyeyê rû bidin nekarin tiştekê bêjin.”
 
'AKP Kurdan krîmînalîze dike'
 
Gulîstan, diyar kir ku AKP dixwaze Kurdan krîmînalîze bike û wiha axivî: "Bi vê dixwazin têkoşîna Kurdan sînordar bikin. Îro Kurd li ser vê erdnîgariyê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk dikin. Lê Rejîma AKP û MHP’ê naxwazin Kurd pêşengiyê bikin. Dixwazin siyaseta xwe ya tetîkkêş bi pergalî û daîmî bikin. Ji ber vê êrîşî Rojava, Efrîn û Şengalê dikin. Belê, wisa difikirin ku Gelê Kurd ên li çar parçayên Kurdistanê bi statuya xwe ya siyasî, dê wan tune bikin. Ji ber vê ketine nava liv û tevgerê. Ya ku hebûna me ava dike civakbûyîna me ye. Yên ku heya roja îro em anîn gelê me û serhildanên me ne.  Ji ber vê dibêjim îro pêşxistina serhiladanên girseyî berpirsiyartiyeke dîrokiye.”