Derbarê HDP'iyan de 45 fezleke hatin amadekirin

  • 16:55 21 Mijdar 2019
  • Ramyarî
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî di nav de derbarê 9 wekîlên HDP’ê de 45 fezleke hatin amadekirin û şandin Meclîsê. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî jî di nav de derbarê 9 parlamenterên HDP’ê de bi daxwaza rakirina destnedayîna wan 45 fezlekeyên nû şandin Meclîsê. 
 
Navê parlamenterên fezleke darbarê wan de hatine amadekirin wiha ne: Sezaî Temelli (1), Serpîl Kemalbay (1), Gulistan Kiliç Koçyîgît (1), Nîmetullah Erdogmuş (1), Musa Farisogullari (1), Ayşe Acar Başaran (1), Pero Dundar (5), Saît Dede (17) û Omer Ocalan (17).
 
Di 18’ê mijdarê de li Meclîsê 24 fezlekeyên destnedayînê darbarê wekîlên HDP’ê de hatibûn amadekirin. Balkêş e ku di hefteyek dawî de 30 fezleke derbarê Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede de hatin amadekirin.