Ji parlamentera HDP’ê şîroveya butçeya 2020’an: Talan, dizî, binpêkirin

  • 09:14 14 Mijdar 2019
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay da zanîn ku butçeya sala 2020’an komên sermayê, şer û polîtîkaya şîdetê dike navenda xwe û ji bo fînansekirina vê jî gel binpê dikin û got: “Em bi butçeya talan, dizî û wêrankirinê re rû bi rû ne.”
 
Hevdîtinên Pêşnûmeya Qanûna Butçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2020’an a li Komîsyona Butçe û Plana Meclîsê di 6’ê midjarê de li TBMM’ê hatin destpêkirin. Ji bo butçeya meclîsê ji bo sala 2020'an 1,747 mîlyon TL, ji bo 2021’ê mîlyarek û 785 mîlyon TL, ji bo 2022’an jî mîlyarek û 920 mîlyon TL tê pêşniyar kirin. Ji bo lêçûnên personelên meclîsê ji bo sala 2020’an jî 941 mîlyon 107 hezar TL hat veqetandin. Ji bo lêçûnên mal û xizmetê jî 226 mîlyon 951 hezar TL. Di hevdîtinên butçeyê de wek her tim dîsa navê jinê tune ye.
 
Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay hevdîtinên butçeya 2020’an nirxand. Serpîlê da zanîn ku wek her sal, butçeya 2020’an jî ji gel, jinan û civakê dûr hatiye amadekirin û li gorî rejîma yek kesî hatiye amadekirin. Serpîlê wiha got: “Butçeyeke ku ji wekheviya zayenda civakê dûr hatiye amade kiriye.Em nikarin behsa wezareteke ku behsa mafê jinan dike bikin. Em behsa wezareteke ku daxistine asta malbatê dikin. Hewcedariya serokomarî û qesrê bi çavkaniyê heye. Ji ber polîtîkayek şer tê meşandin. Fatureyek cidî ya şer heye. Em dibînin ku ev fature jî li gel tê birîn.”
 
‘Li pey butçeyeke ku şer fînanse dikin e’ 
 
Serpîlê di berdewamiyê bi lêv kir ku bandora polîtîkayê şer li ser hevdîtinên butçeyê heye û ne tenê butçeya ji bo wezareta parastinê hatiye veqetandin, ji butçeya ji bo wezaretên din hatine veqetandin jî tê fêmkirin û wiha pê de çû: “Ev butçeyeke xwe dispêre şer û milîtarîzmê. Butçeya mijara gotinê ‘butçeya şer û sermayeyê ye’. Hikûmet li pey butçeyeke ku şer fînanse dike ye.”
 
‘Mekanîzmayeke ku alîgir a dewlemend hat avakirin’
 
Serpîlê destnîşan kir ku li aliyekî ku hevdîtinên butçeyê didomin, aliyê din jî krîza aborî bi awayekî giran didome û wiha pê de çû: “Niha li cîhanê polîtîkayên neo-lîberal îflasek mezin dijîn. Pirsgirêkek aboriyê ya mezin heye. Newekheviyeke mezin heye. Çînên bindest pirsgirêkên mezin dijîn. Li her derê cîhanê çînên bidest li kolanan e.Ev bedelên giran ên van polîtîkayan têkoşîn jî mezin kiriye. Li Tirkiyeyê jî polîtîkayên ku AKP 17 sale dimeşîne, polîtîkayên herî neolîberal yên dîroka me ne. Polîtîkayeke ku çavkaniyan dide sermayeyê ye. Bi taybet bi riya îhaleyên cemawerî, mekanîzmayeke ku alîgirên dewlemend afirandiye.”
 
‘Ne sermaye divê civak û jinan bigirin navendê’
 
Serpîlê her wiha destnîşan kir ku ew wek HDP’ê dixwazin ku butçe bê başkirin û wiha got: “Av mafekî mirovahî ye. Mafê jiyanê ye. Em dibêjin ku divê her kes xwe bigihînin mafê ava bê pere. Em dibêjin ku divê ne sermaye, divê jin û civak bibin navenda butçeyê. Ev butçeya tê amadekirin butçeyeke binpêkirinê ye. Butçeyeke ku jinan mahkûmê mêran dikin tê avakirin. Butçeya sala 2020’an komên sermayê, şer û polîtîkaya şîdetê dike navenda xwe û ji bo fînansekirina vê jî gel binpê dikin.Em bi butçeya talan, dizî û wêrankirinê re rû bi rû ne.”