Tulay Hatîmogullari: Divê hikûmet demildest bi Ocalan re diyalogê dayne

  • 09:10 14 Mijdar 2019
  • Ramyarî
EDENE - Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de nirxandin kir û da zanîn ku sedema şerê li Rojhilata Navîn tê jiyîn, astengkirina hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re ye û got: "Bi rakirina tecrîdê re wê li Rojhilata Navîn hawirek bêpevçûnê dest pê bike.”
 
Li dijî tecrîd giran a li hemberê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan, welat û derveyê welat bi hezaran kes ketibûn greva birçîbûnê û grev veguherîbûn rojiya mirinê. Bi armanca protestokirina tecrîda li ser Abdullah ocalan li bajarê Krefeld a Elmanyayê di 20’ê Sibatê de Ugur Şakar li ber dadgehê bedena xwe dabû ber agir û di 2’ê Adarê de li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dabû. Gulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê, Zehra Saglam (23) di meha Adarê de li girtîgeha Tîpa T ya Oltu, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, Yonca Akici di 9’ê Adarê de li girtîgeha Jinan a Şakranê, Siraç Yuksek di 2’ê Nîsanê de li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Osmaniyê, Mahsum Pamay di 5’ê Nîsanê de li girtîgeha Hejmar 1 a Elezîzê bi armanca tecrîdê protesto bikin çalakî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîbûn.
 
Parêzeran 8 sal şûnde bi Abdullah Ocalan re cara duyem hevdîtin kirin û Abdullah Ocalan bang kir ku grev gihiştine armanca xwe û banga bidawîkirina çalakiyê kir. Grev bi saya vê bangê bi dawî bûn. Parêzer ji 7’ê Tebaxê û heta niha ji bo bi muvekîlên xwe re hevdîtinê bikin serlêdanan dikin lê bersiva red girtin. Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari tecrîda ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike nirxand.
 
‘Tu fêdeya berdewamkirina vî şerî tune ye’
 
Tulayê destnîşan kir ku polîtîkaya şer ya ku AKP dide meşandin bi awayekî cidî zirarê dide gelên Tirkiyeyê û di vê pêvajoya tê jiyîn de beşek mezin a gel ketiye krîza aborî û ji vê tarîtiyê dernakevin. Tulayê di axaftina xwe de got riya çareseriya vê pirsgirêkê ne şer e, diyalog e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema şerê tê jiyîn, tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan e. Bi rakirina tecrîdê re wê hawira bêpevçûnê bê destpêkirin. Birêz Ocalan di demên ku şîdet derketibû asta herî jor de banga diyalogê kir. Her tim bang kir ku ev pisgirêk li ser maseyê dikare bê çareserkirin. Em jî di heman fikrî de ne. Ne pêkane ku ev şer heta dawî bidome. Di 40 salên dawî de bê navber pevçûnan berdewam kir. Operasyonên leşkerî pisgirêka Kurd çareser nake û ev operasyon jî tevgera Kurd nikare şûnde bixîne.”
 
‘Mixabin bedela wê gel dide’
 
Tulayê balkişand ser zirara şer a li ser gelê Tirkiyeyê û wiha pê de çû: “Her kes bi yek dengê bang dike ku divê diyalog bên destpêkirin û êdî bedela şer gel nede. Li vî bajarî parêzvanên aştiyê nêrîna xwe anî ziman. Ji ber vê jî li vî welatî, rewşenbîran, nivîskaran, rojnamegeran, hunermendan banga diyalogê kirin. Bêyî diyalog mirov nikarin ji vê derkevin. Mixabin bedela vê jî gelên Tirkiyeyê, karker, kedkar, xizan, jin, xweza, parêzvanên mafê mirovan bi hev re didin.”
 
‘Diyaloga bi Ocalan re şert e’
 
Tulayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin û ji bilî vê jî çareserî tune û got: “Ji bilî diyalogê rêbazek din tune ye. Divê demildest diyalog bê avakirin. Ji bo vê jî divê tecrîd bê rakirin. Em dibêjin ku divê pêşiya diyalogê bê vekirin.”