Bertekên li dijî qeyûm: Em we nas nakin

  • 09:06 11 Mijdar 2019
  • Ramyarî
WAN - Endamên Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê  ya Wanê bertek nîşanê tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Rêya Armûşê û binçavkirina hevşaredaran da û gotin: “Hevşaredarên me li cem gel bûn. Tayînkirina qeyûman ji bo pêşî li xizmeta gel bê girtinê bû. Em qeyûm nas nakin. Bila hevşaredarên me bên berdan.
 
Di 19’ê Tebaxê de ji bo sê şaredariyên bajarê mezin ên HDP’ê yên Wan, Amed û Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin û piştre jî ji bo Erdîş, Mukus û Îpekyol a Wanê hat tayînkirin û hevşaredar jî hatin binçavkirin. 
 
Di 8'ê Mijdarê de hevşaredarên Rêya Armûşê ya Wanê Şehsade Kurt û Azîm Yacan hatin binçavkirin û 9’ê Mijdarê de jî qeyûm hat tayîkirin. Endamên meclîsa şaredariyê yên HDP’ê bertek nîşanê qeyûman dan û diyar kirin ku tayînkirina qeyûman dijhiqûqî ye û xespkirina îradeyê ye.
 
‘Em xwedî li emanetên gel derketin’
 
Cîgira hevşaredarên Rêya Armûşê Ozlem Tucî bi lêv kir ku tayînkirina qeyûman dijhiqûqî ye û got: “Gel çû ser sindoqan û hilbijartin diyar kir. Me cihê kesî xesp nekiriye. Qeyûm dijhiqûqî ye. Yê hatin hilbijartin xwedî li emanetê gel derketin. Ji roja em hatine rêveberiyê heta niha em xebitîn. Ligel texrîbatên qeyûman me xebatên xwe yên ximzetê meşandin. Em qeyûman bi tu awayî qebûl nakin.
 
Xebatên li dijî şîdeta li ser jinan û zarokan hatin meşandin
 
Behîce Abî ya di Komîsyona Jinan a Meclîsê de cih girt bi lêv kir ku di demek kurt de gelek projeyên jinan xistine meriyetê û got: “Em bi tax bi tax, gund bi gund bi jinan re hatin cem hev û me plana stratejîk a 5 salan xist meriyetê. Me di vê çarçoveyê de navenda Jiyanê vekir. Me semîner pêk anîn. Ji bo jin û zarokan me xebat meşandin.”
 
Xizmeta ji bo gel
 
Behîceyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku yekane armanca tayînkirina qeyûman, pêşîgirtina xizmeta ji bo gel e û got hevşaredar her tim li cem gel bûn û bi ferasta xizmetê tev digeriyan û got ew vê pêkanîna li hember qebûl nakin.
 
Endamên meclîsê Feyruz Yalçin jî daxuyakirin ku divê hevşaredar demildest bên berdan û bi lêv kir ku tiştê hatiye kirin nenaskirina îradeya gel e.