'Em bang dikin ku hemû jin li dijî êrîşan têkoşînek hevpar bidin'

  • 09:35 7 Mijdar 2019
  • Ramyarî
Habibe Eren 
 
ENQERE - Berdevka Komisyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê û Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran bertek nîşanî binçavkirina jinên li Enqereyê yên ji ber faliyetên KJA'yê da û wiha got:"Dibe ku fikir, nîjad, çand û siyaseta me ne wekhev be lê ev nayê wê wateyê ku dê li dijî nasnameya jinê êrîş pêk werin. Li dijî êrîşan em bang dikin ku hemû jin bi têkoşînek hevpar rabin ser piyan."
 
Li Enqereyê do di saetên serê sibehê de 6 jin ji ber faliyetên Kongreya Jinên Azad (KJA) a ku bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin hatin binçavkirin. Dîsa di 1'ê Mijdara ku derbas bû de 15 jin bi hincetên dişibin hevdu hatin binçavkirin. 
 
Berdevka Komisyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê û Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, operasyonên binçavkirinê û pêvajo nirxand.
 
'KJA komeleyek fermî bû'
 
Ayşeyê derbarê binçavkirina jinên ji ber faliyetên KJA'yê wiha got:"KJA komeleyek fermî bû. Li ser têkoşîna azadiya jinê, parastina mafên jinan radiwestiya û di heman demê de xebatên derbarê zayendiya civakî dimeşand. Piştî  hewildana darbeya 15'ê Tîrmehê dewletê taybet xebat û saziyên jinan hedef girt. Tevî gelek saziyan KJA jî hat girtin. Saziyên ku bi keda jinê hat vekirin di şevekê de hat girtin."
 
'Êrîş ji pêkanînên sîstemê ne cuda ye'
 
Ayşeyê wiha domand:"Îktidarê li dijî destkeftiyên jinan şerekî mezin dest pê kiriye. Îktidar dixwaze li gor xwe çarçoveyekê ji jinê re diyar bike. Êrîş ji pêkanînên sîstemê ne cuda ye. Em ber bi 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê diçin. Jin têkoşîna jiyanê didin û di vê rojê de divê em peyamek xurtir bidin. Dibe ku fikir, nîjad, çand û siyaseta me ne wekhev be lê ev nayê wê wateyê ku dê li dijî nasnameya jinê êrîş pêk werin. Li dijî êrîşan em bang dikin ku hemû jin bi têkoşînek hevpar rabin ser piyan."