'Em dizanin ku heta têkoşîna jinê neyê mezinkirin tu têkoşîn bi encam nabe'

  • 14:04 6 Mijdar 2019
  • Ramyarî
STENBOL - Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê ya nû hat hilbijartin, Elîf Bûlût, diyar kir ku di demên dawîn de êrîşên li ser partiya wan derketine asta herî jor û ev tişt got: "Ji bo sekinandina êrîşan û demokratîkbûna welat tiştê ji destê me were em ê bikin."
 
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, di 3'ê Mijdarê de 3'emîn kongreya xwe ya asayî pêk anî. Di kongreyê de ji bo hevserokatiya bajar Elîf Bûlût û Erdal Avci hatin hilbijartin. Elîfê têkildarî polîtîkayên ku dê li Stenbolê bimeşînin û siyaseta hundir û derve ya Tirkiyeyê nirxandin kir. 
 
Elîfê diyar kir ku dilê siyaseta Tirkiyeyê li Stenbolê lê dide û wiha got: "Hilbijartinên 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê yên Stenbolê mînaka vê yekê ne. Ji bo vê yekê em weke partî polîtîkayên ku li Stenbolê tên meşandin li ber çavan digirin. Weke HDP em hem xebata tevlîhev hem jî xebata azadiya jinê dimeşînin. Lewre nîvê hejmara Stenbolê ji jinan pêk tê. Vî nîvê hejmarê mehkûmê malê hatiye kirin. Keda jinên ku di qada xebatê de jî nayê dîtin. Em ji bo guhertina vê yekê derketin rê. Em zanin ku heta têkoşîna jinê neyê mezinkirin tu têkoşîn encam nagire. Ji ber vê yekê em ê bi ser nûnertiya wekhev têkoşîna jinê ya di HDP'ê de mezin bikin."
 
'Tehemul nakin ku jin hebûna xwe bidomînin'
 
Elîfê da zanîn ku yek ji rojeveke bingehîn ku li pêşiya wan e tayînkirina qeyûman e û ev tişt anî ziman: "Xebata yekemîn a qeyûman girtina saziyên jinan e. Dîsa qeyûm êrîşî pergala hevserokatiyê ku nûnertiya wekhev pêk aniye dikin. Lewre tehemûl nakin ku jin hebûna xwe bidomînin û li ser pêyê xwe bisekinin. Li Tirkiyeyê, rêya çareserkirina pirsgirêkan girêdayî dengderxistina jinan e. Pirsgirêk bi têkoşîna li her qada jiyanê tên çareserkirin."