Tulay Hatîmogullari: AKP polîtîkayek dijminê jinê ye

  • 09:12 5 Mijdar 2019
  • Ramyarî
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Tulay Hatîmogullari ya HDP’î şerê ku Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin û sedema aloziya li welat wek ‘hewldana rejîmê ya xwe li ser piyan bigire’ nirxand û wiha got: “Desthilatdariya AKP’ê, desthilatdariyeke dijminê jin, nûneriya jinê ya di siyasetê de, de ye. Ev civak qet bi desthilatdariya AKP’ê re li hev nekiriye û wê neke jî.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, der barê tayînkirina qeyûman, operasyona li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nexşerêya xwe nirxandin kir. Tulayê bi lêv kir ku zîhniyeta qeyûm tenê li şaredariyan nayê dîtin û desthilatdarî li her qada jiyanê dixwaze wek otorîteyekê pergalê ava bike. 
 
Tulayê di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku bi tayînkirina qeyûman re tê xwestin ku bêjin ‘Kurd nikarin xwe bi rêve bibin, Em ê bi walî û qeymeqaman bi rêve bibin’. Tulayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne tenê Gelê Kurd divê hemû gelên Tirkiyeyê bertek nîşanê vê bidin. Heman zîhniyetê xwe li Stenbolê jî nîşan daye. Li Stenbolê gelan yekitiya hêzê avakirin û li Stenbolê dawî li desthilatdariya AKP’ê anîn. Bertekên îro em li dijî qeyûman nîşan didin, di heman demê de xwedî derketina li destkeftiyên Stenbol, Enqere û Mersînê ye. Tayînkirina qeyûman di heman demê de wek darbeyekê ye. Wateya vê vekiriye. AKP desthilatdariyek dijminê jinê ye. Ji ber vê dixwaze darbeyê li têkoşîna jinê bide.”
 
‘Ji çar alî de bertek hat nîşandan’
 
Tulayê daxuyakirin ku ji her çar alî de Tirkiyeyê li dijî tayînkirina qeyûmban bertek hatiye nîşandan û wiha pê de çû: “Operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi armanca serê van bertekan bigire hatiye kirin. Bi DYA û Rûsyayê re mutabakatên li ser navê agirbestê hatin kirin. AKP li şûna ku bi Rûsyayê re mutabakatê dike, bi gelên li welatên xwe re li hev bikira wê neketiba vê rewşê.”
 
Tulayê balkişand ser hevdîtinên der barê firotinên S-400 yên bi Rûsyayê re û got girtina S-400 wê welat zêdetir bike bin deyn û girêdayê Rûsyayê bike.
 
‘Wê têkoşîna me bidome’
 
Tulayê bi lêv kir ku parlamenterên HDP’ê di 23-24 û 25’ê cotmehê de meclîs boykot kirine û li Amedê bi gel re hatine cem hev û got: “Em li kolanên Amedê dimeşin polîs dibêjin ‘hun nikarin bimeşin gel ji we re li çepikan dixe’. Ev zextên wiha tu car gel ji HDP’ê nake. Tevî van zextan em ê bi gelan re piştevaniyê mezin bikin û têbikoşin.”