Ji bo Kongreya HDP'ê ya Stenbolê bang hat kirin

  • 10:15 2 Mijdar 2019
  • Ramyarî
STENBOL- Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê ji bo 3'emîn kongreya awarte ya ku ew ê bi dirûşma "Em bi hêvî û wêrekî xwe bi rêxistin bikin û faşîzmê têk bibin" bê lidarxistin bang kir. Endama Komisyona Kongreyê Aylin Hacaloglu ya ku bang kir wiha got:"Îro ji her rojê bêtir pêdivî ji têkoşîna jinê heye. Loma em li hêvî ne ku hemû jin beşdarî kongreyê bibin."
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê ew ê 3'yemîn kongreya xwe ya awarte li dar bixe. Ew ê kongre li Navenda Xwepêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli ya Kuçukçekmeceyê bi dirûşma "Em bi hêvî û wêrekî xwe bi rêxistin bikin û faşîzmê têk bibin"were lidarxistin. Endama Komisyona Kongreyê Aylin Hacaloglu ban li jinan kir ku beşdarî kongreyê bibin. 
 
'Destkeftiyên jinê vîna jinê xurt dike'
 
Aylînê bi bîr xist ku yek ji sedema tayinkirina qeyûman hedeftigirtina sîstema hevserokatiyê ye û wiha got:"Çimkî sîstema hevserokatiyê vîna jinê temsîl dike. Dibe sedema nûnertiya wekhev. Jin ji vê yekê hêzê digirin. Destkeftiyên jinê vîna jinê xurt dike. AKP-MHP dixwaze îradeya jinê têk biçe. Loma divê em jin beşdarî kongreyê bibin û rêxistinbûyina xurt bikin. Rastiyek jinê ya li berxwe dide heye. "
 
'Em bi rêxisinbûyinê xurt dibin'
 
Aylînê wiha dawî lê anî:"Îro ji her rojê bêtir pêdivî ji têkoşîna jinê heye. Loma em li hêvî ne ku hemû jin beşdarî kongreyê bibin. Loma em daxwaz dikin ku hemû jin beşdarî kongreya 3'yê mijdarê bibin. Divê em peyama xurtkirina rêxistinbûyina xwe bidin. Em bi rêxisinbûyinê xurt dibin."