‘Ewil êrîşê jinan dikin’

  • 09:20 1 Mijdar 2019
  • Ramyarî
STENBOL - Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Stenbolê bertek nîşanê operasyona Tirkiyeyê ya li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: “Jina azad û pergala ku jina azad afirandiye, ji bo serdestan tehdîd e. Ji ber vê ewil êrîşê jinan dikin. Ev polîtîkaya zîhniyeta AKP û MHP’ê ye.”
 
Artêşa Tirk û Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (SMO) di 9’ê cotmehê de li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyon dan destpêkirin. Li hemû cîhanê li dijî operasyonan bertekên mezin hatin nîşandan. Dîmenên di çapemeniya civakî de hatin weşandin jî sûcên şer derxistin holê. Qetilkirina hevseroka Partiya Pêşroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef û Çîçek Kobanî ya YPJ’ê ku dîl hatibû girtin çavsoriya wan nîşan da.
 
‘Em natirsin û bi hêrs in’
 
Hevseroka HDP’ê ya Beşîktaşê Dîlek Başalan, got bi mezinbûna rêxistinbûn û têkoşîna jinê re êrîşên dewleta mêr jî tûnd bûne û got li Tirkiyeyê jî li derveyê Tirkiyeyê jî ev dîmen tên dîtin û got: “Cenazeyê Taybet Înan bi rojan li erdê ma. Ev ji bo jinan peyamek bû. Li Sûriye û Kurdistanê her ku li dijî jinan îşkence û zext zêde bûn me zêdetir li ber xwe da. Teşîrkirina bedena jinekê, pêkanînek hov e. Ev di hiqûqa navnetewî de tune ye. Em jin li şûna bitirsin hêrs dibin. Ji ber ku ez zîhniyet wek ‘komek ciwanên bi hêrs’ tê binavkirin. Lê vê zîhniyetê ne tenê li Sûriyeyê, li Enqere û Pirsûsê jî komkujî pêk anîn.”
 
‘Divê em serî netewînin’
 
Dîlekê her wiha bi lêv kir ku pergal hewl dide ku jinan ji siyasetê dur bixe û wiha pê de çû: “Dixwazin ku jin li dijî şer serî bitewînin. Lê êdî ne wisa ye. Jin êdî xurt bûne. Tiştên li Sûriyeyê pêk hatine wê me li ser piyan bigire. Em ê xwdî li hemû jinên ku rastî îşkencê hatine derkevin. Em ê li her derê bi jinan re ligel hev cih bigirin. Li pêş me 25’ê Mijdarê heye. Divê em nîşanê dewleta mêr bidin ku em serî natewînin.Ji her derê cîhanê jin çûn Rojava û li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Zîhniyeta DAIŞ’ê li her derê ye û komkujî pêk anîn. Lê li Rojava jinan têkoşîn da û bi ser ketin. Şoreşa jinan a li Rojava li her derê ji bo dewleta mêr bû tehdîd. Dewleta mêr êrîşê pergala ku jinan afirandiye dike. Ji ber mêr xwe her tim kirde dibînin.”
 
‘Polîtîka zîhniyeta AKP-MHP’ê ye’
 
Endama Meclîsa jinan a HDP’ê ya Stenbolê Selma Koç jî bi lêv kir ku ew îşkenca li dijî cenazeyê jinan şermezar dike û got: “Şer be jî mafê wan tune ye vê bikin. Ev polîtîka zîhniyeta AKP û MHP’ê ye. Siyaseta qirêj li ser jinan dimeşînin. Vê li her derê dikin. Li Rojava jî wisa ye. Me ew wêne û dîmen di çapemeniya civakî de dît. Rewşeke bi xof bû. Zîhniyeta mêr siyaseta xwe ya qirêj li ser jinan dimeşîne.”