Pero Dundar: Ew ê 29'ê Cotmehê wekî derbeya qeyûm bê bibîranîn

  • 14:19 30 Cotmeh 2019
  • Ramyarî
MÊRDÎN - Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, di kongreya partiya xwe de axivî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a ser Şaredariyan da û diyar kir ku wê 29'ê Cotmehê weke darbeya qeyûm bê bîranîn
 
Rêxistina Navçeya Nisêbînê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), 3'emîn Kongreya xwe ya asayî bi dirûşma "Em xwe bi hêvî û wêrekî birêxistin bikin û faşîzmê têk bibin" li dar xist. Parlamenterên HDP'ê Pero Dundar û Mûsa Farisogûllari û gelek kes tevlî kongreya ku li avahiya HDP'ê ya navçeyê hat lidarxistin bûn. 
 
Di kongreya ku piştî avabûna dîwanê dest pê kir de Pero Dundar axivî û bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a ser Şaredariyan da. Pero tayînkirina qeyûm a li ser Şardariya Cizîrê jî bi bîr xist û ev tişt anî ziman: "Damezrandina Komarê bi tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Cizîrê pîroz kirin. Êdî wê 29'ê Cotmehê li Cizîrê weke darbeya qeyûm bê bîranîn. Ev roj wê weke xespkirina vîna gel bê bîranîn. Desthilatdar ji her derê êriş dike. Lê em dibêjin, 'Hûn ê qet bi sernekevin'."
 
Piştî axaftina Dundar, kongreyê bi xwendina rapora xebatan berdewam kir. 
 
Paşê jî di encama hilbijartina ku hat kirin de ji bo Hevserokatiya Navçeya Nîsêbînê Hêvîdar Dînç û Şehmûs Koç hatin hilbijartin.