‘Gel jiyanek demokratîk û bê şer dixwazin’

  • 09:17 30 Cotmeh 2019
  • Ramyarî
Gulîstan Azak
 
MERSÎN - Hevberdevka HDK’ê ya Mersînê Zahîde Yavuz diyar kir sedema tayînkirina qeyûman û polîtîkayên şer krîza aborî ye û got: “Gel û bi taybet jî jin, jiyanek aram, bê şer û bê krîz dixwazin.”
 
Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Mersînê, bi dirûşma ‘Em banga têkoşîna li hember krîzê li gelê xwe dikin’ kampanya da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya ku wê heta meha Kanûnê berdewam bike de, li seranserê bajar wê panel, semîner, civînên gel û atolye pêk bên.
 
Hevberdevka HDK’ê ya Mersînê Zahîde Yavuz, bal kişand ser krîza aborî û ecamên wê û da zanîn ku ew bang li hemû kesî dikin ku li dijî krîzê bi hev re têbikoşin.
 
‘Kampanya me daxwaza gelê me ye’
 
Zahîdeyê destnîşan kir ku polîtîka şer a AKP’ê û êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sedema herî girîng a krîza aborî ne û got: “Her diçe krîz kûr dibe û desthilatdarî jî hewl dide vê veşêre. Lê krîz bi awayekî giran bandorê li ser jiyana gel dike. Me wek HDK’ê li dijî krîzê her tim xebat meşand. Bi vê kampanyayê jî armanca me ev e ku çareseriyek bê dîtin. Lê bi polîtîkayên şer, tayînkirina qeyûman û talankirina xwezayê hewl didin krîzê veşêrin.”
 
‘Herî zêde jin bi bandor dibin’
 
Zahîdeyê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku herî zêde jin ji şer bi bandor dibin û got yên ku herî zêde piştgiriyê didin kampanyayê jî jin in û got: “Jin her tim li dijî krîza aborî û endamên wê dengê xwe bilind dikin. Her kes jiyanek bê şer û bê krîz dixwaze. Jin li cihên kar rastî tacîz û mobîngê tên. Ligel têkoşîna li dijî vê li dijî krîzê jî têdikoşin. Em bang li hemû kesî dikin ku tevlî vê kampanyayê bidin û li dijî pisgirêkan gelê me bi hestiyarî tevlî kampanyayê bibin.”