Pervîn Buldan: Serketiyên vê pêvajoyaê wê kurd bin

  • 15:47 25 Cotmeh 2019
  • Ramyarî
AMED - Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan, Bal kişand ser êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: "Em li bendê ne ku hûn ji bo kurdan ne şer muzakereyê esas bigirin. Erdîngîariya ku hûn êrîş dikin ya Gelê Kurd û Gelên Sûriyeyê ye. Helet kesên di vê pêvajoyê de bi ser bikevin jî wê hebin û teqez serketin wê ya  Gelê Kurd be."
 
HDP di çarçoveya boykotkirina Meclîsê ya ji bo 3 rojan li Amedê bernameyên xwe cûr bi cûr didomîne. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP’ê, endam û rêveberên HDP’ê, endamên Meclîsa Şaredariyan, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên T JA’yê û bi sedan welatî îro li Qada Deriyê Çiyê kom bûn. Buldan û yên li gel wê ji bo tayînkirina qeyûman, girtina hevşaredaran û êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojava şermezar bikin li Qadê daxuyanî dan û çalakiya rûniştinê li dar xistin.
 
Beriya çalakiya HDP’ê polîsan Qad dorpêç kir û li derdorê maşîneyên zirxî bi cih kirin. Polîsan bi hênceta “ewlehiyê” welatiyên li çayxaneyên derdorê rûniştîbûn rakirin û derdor valakirin. Polîsan parka li ber Qadê jî vala kir. Welatiyan bertek nîşanî polîsan dan. 
 
'Destûr nedan Pîranî bên Amedê'
 
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Pîranê Mustafa Alinterî û rêveberên HDP’ê ji navenda Pîranê derketin rê ji bo ku beşdarî çalakiyê bibin. Polîsan li navçeyê pêşiya HDP’iyan girt û destûr neda werin navenda Amedê. 
 
Polîsan destûr neda welatî li Qada Deriyê Çiyê kom bibin. HDP’yî demek bi polîsan re hevdîtin kirin. Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û yên ligel wan di dorpêça polîsan de derbasî qadê bûn. 
 
'Em li dijî polîtîkayên şer li vir in'
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan Pervîn Buldan di di çalakiyê de axivî û wiha got: “3 roj in em bi gelê xwe re li Amedê li kolanan li dijî girtin, qeyûm, tecrîd û poltîkayên şer li vir in. Me sê roj Meclîs boykot kir. Em bi gelê xwe re li dijî zilma û zextên li me tên kirin, bi gelê xwe re bertek nîşanî vê didin. 
 
Bi salan e hebûna Gelê Kurd tê înkarkirin
 
Bi sed salan e yên vî welatî birêve dibin kurd eciqandin, înkar kirin, tune hesibandin û xwestin bi her cûre polîtîkaya zext û tundiyê bieciqînin. Îro yên ku mafê jiyanê yê kurdan nas nakin, bi têketina Sûriyê re û destpêkirina şer re dixwazin kurdan ji axa Sûriyê derbixin. Yên ku dixwazin kurdan ji axa wan derdixînin bila viya baş bizanibin; Gelê Kurd bi sedê salan e li dijî vê zilma we serî netewandiye û çond daneniye. Wê ji îro şûn ve jî ev gel li dijî zilma we serê xwe netewîne. Yên tên qetilkirin, înkarkirin, bindestkirin û koçberkirin kurd in. Yên tên bijartin û nahêlin wezîfeya xwe bike dîsa kurd in. Yên tên girtin dîsa kurd in. Yê her zilm û zordarî li ser tê kirin dîsa kurd in. Kesên dibêjin pirsgireka me bi kurdan re tune bila li xwe binêrin û li wîjdanê xwe bipirsin. 
 
Hûnê li  van bajaran zilmê li ser kurdan bikin. Hilbijêrên kurdan bişînin hepsê. Her cûre destekftiyên Gelê Kurd desteser bikin û bidizin. Lê viya baş bizanibin, sibê roj li vê Qadê sindoq bê danîn gelê Amedê wê carek din xwedî li vîna xwe derkeve. 
 
Wê Dolmabahçe înkar kir
 
Me gelek caran got û em dibêjin destwerdan û şerê li dijî axa Sûriyê ne çareseriye. Me gelek caran got tu zirara gelê kurd û gelên li wir nagihîje we. Me got neçin wir û mudaxele nekin. Me got polîtîkaya we şaş e. Me got kurdan û gelên Sûriyê ji axa wan koçber nekin. 8 sal in li dijî her destkeftiyên gelê kurd we her cûre mudaxeleyê pêk anî. Lê herî dawî nokteya hûn hatinê bi Rûsyayê re peymana 10 xalî we îmze kir. 
 
Xwezî we di destpêkê de di sala 2015’an de Peymana Dolmbahçeyê jî nas bikira. Heke wê mutabakatê înkar nekira û nas bikira, îro hûn ne mecbûr bûn bi Rûsyayê re peyamana 10 xalî îmze bikin. Ew mutabataka Dombahçeyê dihat wateya demokratîkkirina Tirkiyê, Sûriyê û Rojhilata Navîn. Lê piştî wî dîmenî ango erêkirina 10 xalên li Dolmbahçeyê we ji gelên Tirkiyê re pirr dît. Jixwe çibû ji wê rojê şûn ve bû. We polîtîkaya şer û ewlehiyê danî pêşiya xwe. Hûn ji demokratkkirinê dûr bûn. Hûn ji her mafên mirovan dûr bûn û we serî li her rêbazê dijminahiyê û zilmê da. 
 
Bi kurdn re li hev bikin
 
We di serî de Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli û zarokên egît yên vî gelî we xistin hepsan. Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş hêj di hepsê de ne. We wan xist hepsê lê piştî wê di sindoqên hatin danîn de ne qeyûmên we dîsa îradeya vî gelî bi ser ket. Divê hûn demildest dev ji van şaşîtiyên xwe berdin. Ne bi şer û pevçûnan em li benda we ne hûn bi kurdan re li hevkirin û muzakereyan ji xwe re esas bigirin. 
 
Ev welat hem welatê Tirkan û hem jî welatê Kurdan e. Sûriye welatê kurdan û yê gelên din e. Teqez wê yên vê pêvajoyê qezenc bikin hebin. Helbet wê yên di vê pêvajoyê de bi ser bikevin teqez kurd bin. 
 
Demildest dest ji şer û dagirkiriya Sûriyê berdin. Demildest axa Sûriyê radestî Sûriyê bikin. Pêdiviya Tirkiyê aştiyê û demokrasiyê. 
 
Têkçûna AKP'ê nêz e
 
Bila viya her kes baş bizanibe, kengê û li ku gelên me zirar bibînin em ê li wir bin û em ê li cem wan bin. Wê ev zilm biqede û wê dawî li AKP’ê were. AKP kêliyên xwe dawî dijî. Di hilbijartinek dawî de wê AKP’ê têk biçe. Ev welat yê hemû gelan e. Rojên xweş û azad li pêşiya me ne. Em hemû gelê xwe silav dikin.”
 
Piştî axaftina Pervîn Buldan HDP’yî û welatî derbasî çalakiya rûniştinê bûn." 
 
Piştî axaftin û çalakiya rûniştinê girse bi dirûşma, "Bijî berxwedana Rojava"  belav bû.