Armanca Tirkiyeyê cîhan dizane: Dixwazin demografiya herêmê biguherin

  • 10:12 24 Cotmeh 2019
  • Ramyarî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE- Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku sedema êrîşên Tirkiyeyê ya li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, destkeftiyên jinan û jiyana wekhev a li Rojava rejîma yek kesî nerehet dike û got: “Hemû cîhan dizane ku hedefa esas modela rêveberiya demokratîk û guhertina avabûna demografîk e. Ev jî sûcê mirovahiyê ye.”
 
Bertekên li hemberî êrîşên Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) û OSO’yê yên di 9’ê cotmehê de li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin destpêkirin berdewam dikin û di serî de Kurd ji hemû cîhanê bertek hat nîşandan. Herî dawî di 18’ê cotmehê de hat gotin ku agirbest hatiye kirin. Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (DSG) jî diyar kir ku di encama berxwedana hatiye nîşandan Tirkiye neçar maye agirbestê bike û gotin ji bo destkeftiyên,  gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê berxwedana xwe bidomînin.
 
Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogulari armanca esas a êrişên Tirkiyeyê nirxand û bi lêv kir ku hedefa esas a Tirkiye û hêzên emperyalîst destkeftiyên şoreşa li Rojava ye.
 
‘DAIŞ ji bo hemû cîhanê xeter e’
 
Tulayê destnîşan kir ku di serî de kurd hemû gelê Rojava li dijî DAIŞ’ê têkoşîn meşandine û jiyanek nû û hevpar ava kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev teşeyê rêveberî û jiyanê li Rojhilata Navîn bûye modelek. Ev model ji aliyê cîhanê ve hatiye qebûlkirin. Ji ber êrîşên Tirkiyeyê, wê DAIŞ dîsa bibe xetere. Ev çeteyên çavsor ne tenê ji bo Sûriyeyê ji bo hemû Tirkiye û cîhanê xeter in. Bi taybet li Rojava gelek komkujî pêk anîn. Li Amerîka, Parîs û welatên din bi dehan komkujiyên bombeyî pêk anîn. Divê em êrîşên bombeyî yên li hember HDP’ê jî ji bîr nekin.”
 
‘Mijara esas demografiya li wir e’
 
Tulayê her wiha daxuyakirin ku AKP tevî van hemûyan bi çeteyên selefî re li herêmê siyasetê dimeşîne û got: “Ev demek dirêj bû projeya AKP’ê ya ‘tampon’ di rojevê de bû û niha jî dixwaze herêma ewle bike jiyanê. Dixwaze penaberên li Tirkiyeyên Sûriyeyî li wir bi cih bike. Mijara esas a di wir de guhertina demografîk e. Vê jî hemû cîhan dizane. Rexneyên me yên sereke ev in. Guhertina avabûna demografîk sûcê dîrokî ye. Li dijî hiqûqê ye. Her wiha di bin navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê de artêşeke ji 100 hezar kesî pêk tê ava kirine û ev jî bi awayekî aşkera li Rihayê hatiye îlankirin. Gelo ev kîn e, ji kê hatin avakirin?”
 
‘Sedema êrîşan destkeftiyên jinan e’
 
Tulayê her wiha balkişand ser şoreşa jinan a li Rojava û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber destura bingehîn ya Rojava gel di nav aramiyê de beyî fikar dijiyan. Bi taybet di alî mafên jinan de rewşek dirokî mijara gotinê ye. Jinan gundê komun, koperatîfbûn, modela jiyana komun ava kirin. Ji ber vê sedema êrîşên hêzên emperyalîst destkeftiyên jinan e. Destkeftî ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn gelek girîngin.”
 
‘Daxwaza jinan zelal e’
 
Tulayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku daxwaza jinan zelal e û got: “Jin şer naxwazin. Ger desthilatdarî samîmî be, ger dibêje ‘em hebûna sînorê Sûriyeyê diparêzin’, wê demê bila bihêle gelên wir qedera xwe diyar bikin. Tu welat li ser axa welatekî din ne xwedî maf e.”