‘Li kolanê bersiva polîtîkayên dijminê jinê tê dayîn’

  • 09:09 23 Cotmeh 2019
  • Ramyarî
Hîkmet Tunç
 
WAN - Hevşaredara Ebex a Wanê Leyla Atsak ku mazbata wê nehatibû dayîn, tayînkirina qeyûman a ji bo sê şaredariyên bajarên mezin yên HDP’ê û piştre 5 şaredariyên din nirxand û wiha got: “Divê jin kolan û qadan terk nekin. Divê jin bersiva herî mezin li qadan bidin qeyûm.”
 
Bi talîmata wezareta Karê Hundir ji bo 8 şaredariyên HDP’ê qeyûm hatibû tayînkirin. Di 19’ê Tebaxê de ji bo şaredariyên bajarên Mezin yên Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm hatin tayînkirin, piştre jî di dîrokên cuda de ji bo şaredariyên Qereyazi, Pasur, Colemêrg, Gever û Nisêbînê qeyûm hatin tayînkirin. Her wiha hevşaredarên Gever, Colemêrg, Pasûr, Nisêbîn û Qereyaziyê hatin girtin, lêpirsînên der barê hevşaredarên bajarên mezin de jî didomin. 
 
Hevşaredara Ebex a Wanê ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de hat hilbijartin lê bi hinceta bi KHK’ê hatiye îxrackirin, mazbata wê nehat dayîn, diyar kir ku bersiva herî baş a ji bo qeyûman wê jin li kolanan bidin.
 
‘Qeyûm tehdîda ‘îstîfa bike an jî ez ê îxrac bikim’ kir’
 
Leyla ku di hilbijartinên 2014’an de li Şaredariya DBP’ê ya Ebexê de wek civaknas dixebitî, diyar kir ku wê demê qeyûm gazî wê kiriye û gotiye ‘îstîfa bike an jî ez ê te îxrac bikim’ û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştre ez hema hatim îxrackirin. Ez di Midûriyeta Jinan de wek civaknas dixebitim. Di çarçoveya xebatên jinan de, min xebat dimeşand. Me der barê bûyerên şîdeta li ser jinan de xebat meşand. Em gund bi gund, tax bi tax geriyan û me semîner dan.”
 
'Tayînkirina qeyûman darbeya li dijî destkeftiyên jinan bû'
 
Leylayê wiha berdewam kir: “Qeyûm der barê xebatên jinan de got ‘hewcedarî bi xebatek wisa tune ye’. Lê tayînkirina qeyûman li dijî destkeftiyên jinan darbeyek bû. Di pratîka wan de jî dijminahiya wan ya li hember jinan li holê bû.
 
‘Jin wê çawa we bi rêve bibe’
 
Leylayê destnîşan kir ku ji bo şaredariya ku hatiye îxrackirin serlêdana namzetiya hevşaredariyê kiribû û ev tişt bi lêv kir: “Tevî ku dijpropaganda ku qeyûm meşand, em bi ser ketin. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de em bi heyetên gund û taxan re hatin cem hev. Lê her tim gotin ‘jinek nikare me bi rêve bibe.’ Em bi vî awayî hedef girtin. Tevî hemû zextan gel em tercîh kirin. Bi hinceta ez bi KHK’ê hatibû îxrackirin mazbata min nedan.”
 
Leylayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku bi hinceta KHK’yê mazbata gelek hevşaredaran nehatiye dayîn û got: “Ji bo piraniya meclîsê bixînin piştî mehan şûnde qeyûm tayînî şûna endamên meclîsê yên HDP’ê kirin. Li şûna endamên jin jî memurên mêr hatin tayînkirin. Qeyûm berdewama polîtîka dijminê jinê ye. Divê jin li dijî xespkirina îradeyê kolan û qadan terk nekin. Bersiva herî mezin li qadan dikare bê dayîn.”