‘Dixwazin HDP’ê tune bikin lê em dest jê bernadin’

  • 09:08 23 Cotmeh 2019
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE -Ji rêveberiya HDP’a Enqereyê Betul Koca destnîşan kir ku di bin pêkhatina polîtîkayên zor û zextê yên li Tirkiyeyê de, netewperestiya ku tê belavkirin heye û ev tişt got: “Dixwazin HDP’ê biqedînin, Netweperestiyê zêde bikin. Desthilatdarî  peyama ‘dema kurd tên tunekirin bila kes deng dernexe’ dide gel. Lê em tu car dest jê bernadin.”
 
Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şûnde, zextên li hember muxalîfan jî zêde bûn. Welatî, siyasetmedar, rojnameger, parêzvanên mafên mirovan yên ku der barê êrîşan de gotinek biçûk gotibin, rastî zext û binçavkirinan hatin. Yên herî zêde ji zextan nisîbê xwe digirin jî kurd in. Tevî ku der barê êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di 17’ê Gulanê de agirbset hat îlankirin jî hîna êrîş didomin û li aliyê din jî ji bo şaredariyên HDP’ê tayînkirina qeyûman didome. Yên herî zêde dîsa rastî zextan tên, endamên HDP'ê, rêveber û heta parlamenterên wê ne.
 
Rêvebera HDP’a Enqereyê Betul Koca diyar kir ku bi armanca der barê qeyûmên hatine tayînkirin de li Kolana Sakaryayê daxuyanî dane û rastî mudaxaleyek tûnd a polîsan hatine û da zanîn ku der barê wan de lêpirsîn hatiye vekirin û ev jî bi armanca bêdengkirina dengê muxalîf hatiye kirin.
 
‘Dixwazin kurdan di qirkirinê re derbas bikin’
 
Betulê destnîşan kir ku di serî de li Enereyê û hemû bajaran, daxuyaniyên çapemeniyê ku mafê herî demokratîk ê gelane, bi hinceta ‘biryara walîtiyê’ tên astengkirin û wiha got: “Em nikarin mafê xwe yê herî xwezayî, yanî palîtîkayên hikûmetê rexne bikin. Li cihê ku rexne tunebû demokrasî jî tune ye. Ji rexneyan direvin. Ji ber ku bi awayekî cidî xespkirina îradeyê heye. Xespkirina îradeyê di serî de li hember hemû muxalîfan û kurdan tê kirin. Dixwazin hebûna kurdan têk bibin. Dixwazin kurdan ji ser vê erdnîgariyê hilînin.”
 
‘Bi awayekî vekirî navê vê şer e’
 
Betulê daxuyakirin ku desthilatdarî hemû aliyê muxalîf yê dengên xwe derdixin digire an jî lêpisîna li wan vedike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rejîma îro ji gel vê dixwaze; Dema em kurdan tune dikin bila kes deng dernexe. Ji hundir û derve zextê dike û şer îlan dike. Ji şerê dane destpêkirin re dibêjin operasyon û hewl didin bi vî awayî rewa bikin. Lê navê vê bi awayekî aşkera şer e. Ev şerê kesên ku fuzeyan dişîne ye. Dixwazin kurdan bi gelan re bînin rû hev. Dema îro em li Rojhilata Navîn dinêrin em dibînin ku lîstikên gelek qirêj tên lîstin. Naxwazin kurd li sînor bibin cîranê wan û dixwazin DAIŞ’ê li wir bi cih bikin. Ligel vê ji me jî dixwazin em bêdeng bin. Ji bo vê jî her tiştî dikin. Li endam, rêvebera lêpirsînan vedikin û dixwazin HDP’ê biqedînin, damara netewperestiyê bilind bikin.”
 
Betulê got hemû lêpirsînên hatine vekirin naveroka wan valane û got ew tu car wê bêdeng nemînin û dest ji mezinkirina têkoşînê bernedin.