Tulay Hatîmogullari: Em ji xeta xwe ya mor tawîzê nadin

  • 09:08 22 Cotmeh 2019
  • Ramyarî
MERSÎN - Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku sedema israra hikûmetê ya qeyûman, jin û destkeftiyên jinan e û wiha got: “Bi hedê tu kesî neketiye ku hevserokatiyê îlegalîze bikin. Em ê jinên HDP û Tirkiyeyê dest bidin hev û xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.”
 
Di 19’ê Tebaxê de ji bo şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê yên HDP’ê qeyûm hatibû tayînkirin û di 17’ê îlonê de ji bo şaredariya HDP’ê ya Pasûrê di 18’ê îlonê de jî ji bo Qereyaziyê, di 18’ê cotmehê de jî ji bo Colemêrg, Gever û Nisêbînê qeyûm hat tayînkirin. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, bi lêv kir ku hedefa sereke ya tayînkirina qeyûman pergala hevserokatiyê ye û got wê tu car dest ji destkefiyên xwe bernedin.
 
‘Hevserokatî wisa hêsan nehat bidestxistin’
 
Tulayê bi lêv kir ku dijminahiya qeyûman a li dijî jinan bi raporan hatiye dîtin û ev tişt anî ziman: “Di 2016’an de qeyûmên tayînî şaredariyên DBP’ê bûn 43 saziyên jinan girtin. Piştî 31’ê Adarê dîsa qeyûm hatin tayînkirin û dîsa ewil êrîşî jinan û saziyên jinan kirin. Hevserokatî hincet nîşan dan. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Jinên HDP’ê bi tevgera jinan a Tirkiyeyê re di pêvajoyek têkoşîna mezin de derbas bûn. Em ji kotaya jinan bigirin heta nûneriya wekhev, gelek destkeftiyên jinan hatin bidestxistin. Ji bo van destkeftiyan bedelên mezin hatin dayîn. Hevserokatî jî wisa hêsan nehat bidestxistin. Hevserokatî xeta me ya mor e û em tu car dest jê bernadin.”
 
‘Dixwazin jinan bikin alava siyaseta xwe’
 
Tulayê destnîşan kir ku desthilatdariya ku çav berdaye destkeftiyên jinan, li hember destkeftiyên jinan mudaxaleyên cidî pêk anîn û wiha got: “Hedefgirtina peymana Stenbol û mafê nefeqeyê jî encama vê bû. Çalakiya malbatên li ber avahiya HDP’a Amedê rûniştine jî ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye ferzkirin. Zor li dayikan hatiye kirin ku li wir rûnin. Hewil dide jinan bike alava siyaseta xwe. Pergala hevserokatiyê ji aliyê desthilatdariyê ve li meclîsê tê axaftin, rewa tê qebûlkirin lê niha tê îlegalîzekirin. Ev bi hedê kesî neketiye. Çawa ku îradeya jinan duh dîtin wê îro jî bibînin. Em ê jinên HDP û Tirkiyeyê, xwedî li mafên xwe derkevin.”