Leyla Guven: Hewcedariya kurdan bi yekîtiya neteweyî heye

  • 09:02 19 Cotmeh 2019
  • Ramyarî
Şehrîban Aslan
 
AMED - Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven diyar kir ku hewcedariya kogreya netewî ku bi salane hewl tê dayîn bê komkirin, bi êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re zêdetir derketiye holê û got: “Yekîtiya Neteweyî ji bo  kurdan gelek girîng e. Ne tenê li Rojava, li her çar parçeyê Kurdistanê hewcedariya Kurdan bi yekîtiya neteweyî heye û ger jin ji vê re pêşengiyê bike wê kongre di demek nêz de kom bibe.”
 
Bertekên li hember operasyonên ku Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane destpêkirin her diçin zêde dibin. Gelê Kurd li her çar parçeyên dijîn bertekên xwe bilind kirin, peymanên yekitiya neteweyî dîsa zêde bûn. Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven jî da zanîn ku ji bo xebatên yekitiya neteweyî wê hewldanên pêwist bikin.
 
‘Hemû cîhanê hebûna kurdan dît’
 
Leylayê diyar kir ku Kurdistana ku yek parçe bû ji aliyê serdestan ve 250 sal berê li çar parçeyan hat parvekirin û wiha got: “Hebûna kurdan ji aliyê hemû cîhanê ve hat qebûlkirin. Kurd li çar parçeyên Kurdistanê ku di bin sereweriya  Îran, Iraq, Suriye û Tirkiyeyê de ne dijîn. Ziman û çanda wan heye. Dixwazin bi îradeya xwe ya azad xwedî statu bijîn. Bêguman heta hatin vê rewşê bedelên giran dan.”
 
‘Di sedsala 21’ê de daxwaza cuda a Kurdan heye’
 
Leylayê her wiha daxuyakirin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi êrîşên siyaseta qirkirinê re hatiye rû hev û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî her pêkanîna ku Kurd rast hatinê şûnde di asta niha de daxwazek cuda a Kurdan heye. Em di sedsala 21’ê de ne. Êdî tu tişt wek berê naçe. Netew dewlet li hemû cîhanê xitimîne. Yekparêzî di serî de li Rojhilata Navîn li her derê tê redkirin. Bi taybet erdnîgariya Rojhilata Navîn pir ziman, bawerî û çandî ye. Ev yekparêzî bi rastî wan gelan tune dike.”
 
‘Hewcedariya Kurdan bi yekitiya netewî heye’
 
Leylayê bi lêv kir ku lêgerînên gelên cîhanê hene û mirov êdî wêjeya ‘welat-netew’ qebûl nakin û wiha pê de çû: “Azadiya min ji sînor girîngtire, bi awayekî azad îfadekirina fikr û ramanê ji sînorên welatê min girîngtire. Gelo çima mirov ji ber sînoran zirar didin hev. Sînor li Ewropayê bi awayekî mezin hatine rakirin. Sînor êdî bê wate bûne. Niha her kes berxwedan Kurdan diaxive. Gelê Rojava li ser axa xwe di parastina rewade ne. Li ser axa xwe bi gelan re baweriyan re hatin cem hev. Federasyona Sûriyeyê ya Demokratîk ava kirin. Federasyona ku tu zirara wê ji kesî re tune niha hewl tê dayîn ku bê fetisandin. Her roj agahiyên mirinan tê. Hewcedariya Kurdên her çar parçeyî bi yekitiya netewî heye. Ji ber destkefiya parçeyekê destkeftiya her çar parçeyane. Me ji bo xebatên kongreyê têkoşînek têr nemeşand. Divê em ji bo vê çi ji destê me bê bikin.”
 
Leylayê wiha berdewam kir: “Em çiqas li Rojava êşê bikşînin jî em dikarin destkeftiyê jê derbixin. Em dikarin biçin kongreya netewî. Peymanên Birêz Barzanî gelek girîng bûn. Gotin wê li dijî geşedanên li Rojava bêdeng nemînin. Ev girînge. Divê ji ber vê kongreya neteweyî demildest kom bibe. Li erdîngariyeke ku îradeya jinan tune dihat hesibandin jinan şoreş pêk anîn. Ez bawer dikim ku jin li her çar parçeyî pêşengiyê bikin wê kongre demek nêz de kom bibe û encamek serkeftî bidest bixe.”
Mesaj yazın