Zuleyha Gulum: Hewl didin ji hawira şer fêdeyê bigirin

  • 09:19 18 Cotmeh 2019
  • Ramyarî
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum, ‘pêşnûmeya qanûna îstîsmarê’ ya ku bi bertekên jinan şûnde hatibû kişandin û ji nû ve di pakêta darazê ya duyemîn de cih digire, nirxand û wiha got: “Hewl didin ji hawira şer fêdeyê bigirin, bi awayekî bêdeng derbas bikin. Ev jî berdewamiya nêzîkatiya desthilatdariyê ya ‘ji carekê tiştek nabe’ ye.”
 
Yekemîn pakêta darazê di Lijneya Giştî ya TBMM’ê de hevdîtinên wê didomin. ‘Pêşnûme qanûna îstîsmarê’ ya ku bi bertekên jinan şûnde hatibû kişandin û niha di pakêta darazê ya duyemîn de ji nûve di rojevê de cih digire. Bi guherînê ku hewl tê dayîn bê kirin ‘kesên ku zarok îstîsmar dikin, di rewşa bi mexdur re bizewice wê ceza negire’ mijara gotinê ye. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum pêşnûme nirxand û da zanîn ku ew hîna bi awayekî zelal naveroka pakêtê nizanin.
 
‘Berê jî ceribandibûn’
 
Zuleyhayê destnîşan kir ku bi riya çapemeniyê bûne xwedî agahî û got: “Divê ewil ev li meclîsan bê nîqaşkirin. Lê dîsa rêbaza klasîk bi kar anîn û li gorî xwe hewl didin bi pergala xwe xala îstîsmarê bînin. Berê jî ev qanûn ceribandibûn. Lê ji ber bertekên jinan û civakê şûnde kişandibûn.”
 
‘Qanûn wê li ser zarokan zextê pêk bîne’
 
Zuleyhayê bi lêv kir ku pêşnûme qanûna ku mijara gotinê ye, wê di sûcên îstîsmara li hember zarokan de, sûcdaran xelat bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev di esasê de tê wateya ku pêşiya îstîsmarê vebikin. Di sererastkirineke wisa de wê bi zorê zarokan ji bo zewacê îqna bikin. Di esasê de pêşiya bêcezabûnê vedikin. Em vê baş dizanin. Jin û zarokên rastî tecawizê tên, wê rastî zexta bi zorê zewicandinê bên.”
 
‘Dixwazin ji şer fêdeyê bigirin’
 
Zuleyhayê diyar kir ku wê ev guherîn îstîsmara zarokan zêde bike û di bin navê zewacê de wê jiyaneke ku bi salan zarok rastî tecawizê bên, bê jiyîn û got: “Ev qanûn bi tu awayî nikare bê qebûlkirin. Desthilatdarî bi taybet di vê demê de ji polîtîkayên şer xwedî dibe. Dibêjin di vê rewşê de ji xwe kes tiştek nabêje, bêdengî heye û bi awayekî bêdeng hewl dide vê ji meclîsê bide derbaskirin. Ne tenê ev mijar. Dibêjin wê mijara nefeqeyê jî bînin rojevê. Yanî li hember hemû destkeftiyên jinan pêlek êrîşê heye.”
 
‘Pêvajoyeke ku tecawizê normal dike heye’
 
Zuleyhayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev qanûn ne tenê pêşiya tecawizê vedike. Hewl didin tecawizê veşêrin. Di bin navê qanûnan de gumanbarên îstîsmarê xilas dikin û hewl didin îstîsmar neyê dîtin. Ji ber wê zarok û malbata zarok ji aliyê kesên li hember ve rastî zextê bên. Ji ber vê jî wê serlêdana sûc pêk neyên. Lê em li dijî vê têkoşîna xwe bidomînin û bi hev re li dijî vê bisekinin. Em ê destûrê nedin ku ev qanûn derbas bibe.”