Hevseroka Şaredariya Sûrê Fîlîz: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin

  • 09:05 20 Îlon 2019
  • Ramyarî
Rengin Azizoglu
 
AMED - Hevseroka Şaredariya Sûrê Fîlîz Buluttekin derbarê tayinkirina qeyûmên li ser sê bajaran nirxandin kir. Fîlîzê got:"Qeyûm berdewamiya êrîşên li ser destkeftiyên jinan e. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê sîstemê bidomînin."
 
Di 19'ê Tebaxê de bi biryara Wezareta Karê Hundur qeyûm tayînî ser şaredariyên bajarên Wan, Amed û Mêrdînê bûn. Çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûman bê navber didomin. Bertekên li dijî qeyûman didome. Di heman demê de piştî teqîna li Pasûrê qeyûm tayînî Şaredariya Pasûrê jî bû.  Hevseroka Şaredariya Sûrê Fîlîz Buluttekin derbarê tayinkirina qeyûman û sîstema hevserokatiyê de nirxandin kir. 
 
'Tehemulî stratejiya rêya sêyem nekirin'
 
Fîlîzê diyar kir ku ji serî de heta niha îktadarê bi rêbazên cuda hewl da ku ser kêmasiyên xwe bigire û wiha got:"Bi derengdayina mazbatayan wan planên xwe kiribûn dewreyê. Îktidarê piştî ku hilbijartinên Stenbolê winda kir şûnde jî hîn bêtir planên xwe yên xespkirinê kirin dewreyê. Tehemulî stratejiya rêya sêyem nekirin û êrîşên xwe yên li dijî destkeftiyên gelê kurd didomînin."
 
'Bi qeyûman îradeya gel îpotek dikin'
 
Fîlîzê anî ziman ku piştî hilbijartinên 31'ê Adarê mufetiş li şaredariyan geriyaye û li bêûsuliyekê rast nehatiye û wiha dewam kir:"Bêûsûliyên ku ji aliyê qeyûman ve hatibûn kirin gelek carî bi belgeyan hat tespîtkirin. Tayinkirina qeyûman bêhiqûqî ye. Bi qeyûman îradeya gel îpotek dikin. Mafê gel bi vî rengî tê xespkirin. Loma têkoşîna me ya hiqûqî ew ê li dijî vê yekê bidome." 
 
'Êrîşî pergala hevserokatiyê dikin'
 
Fîlîzî bi lêv kir ku ji bo tayinkirina qeyûman pergala hevserokatiyê jî dikin mane û bi vî rengî êrîş dikin û wiha got:"Pergala hevserokatiyê di rêziknameya me de heye û ev yek hatiye qebûlkirin. Qeyûm berdewamiya êrîşên li ser destkeftiyên jinan e. Bi êrîşa li dijî pergala hevserokatiyê di heman demê de êrîşî deskeftiyên jinê jî tê kirin. Wekî HDP'ê em dibêjin pergala hevserokatiya xeta me ya mor e. Dixwazin jinê ji polîtikayê dûr bixin û pergala yekzilamiyê her zindî bihêlin. Naxwazin destkeftiyên jinan qebûl bikin."
 
'Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin'
 
Fîlîzê anî ziman ku pergala hevserokatiyê di her qada jiyanê de xwe heyî dike û wiha got:"Nêzîkatiya jinan a demokratîk, aştiyane, perspektîfa berfireh, di warê xebatên şaredariyan de xalên girîng in. Em ê her hewl bidin ku xwe di nava sîstema pergala hevserokatiyê xwe heyî bikin. Em ê hewl bidin ku jin bikaribin li her qadê xebatan bimeşînin. Ji bo ev sîstem bidome em ê her dem xebatên xwe û têkoşîna xwe bidomînin. Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."