‘Em ê destkeftiyên xwe nedin destê vê desthilatdariyê’

  • 09:13 19 Îlon 2019
  • Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Meral Daniş Beştaş, tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên Pasûr û Qereyaziyê wek komplo nirxand û wiha got: “Em jin wê destkeftiyên xwe nedin destê desthilatdariyê.” Parlamenter Serpîl Kemalbay jî wiha got: “Em bi partiyek ku dema diçe her sûcî dike, re rû bi rû ne. Li dijî mekanîznameyek wisa ji bilî bilindkirina têkoşînê riyek din tune.
 
Li Pasûr Amedê li nêzî gundê Agaçkorur di teqîna ku di 12’ê îlonê de pêk hat di nav de cerdevan jî heye 7 kesî jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn. Piştî teqînê Hevşaredarên Pasûrê yên HDP’ê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay ji aliyê çapemeniyê ve hedef hat girtin û di nav de hevşardar jî hene 5 kes hatin girtin. Her wiha qeymeqamê navçeyê Mustafa Gozlet wek qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin. Der barê hevşaredara Qereyaziya Erziromê Melîke Goksu de jî bi hinceta cezayê wê teqez bûye, hat girtin û qeymeqamê navçeyê Mesut Tabakcioglu hat tayînkirin. Parlamenter Meral Daniş Beştaş û Serpîl Kemalbay der barê tayînkirina qeyûman de nêrînên xwe anî ziman. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê, Meral Daniş Beştaş, der barê tayînkirina qeyûman de diyar kir ku li ber çavê her kesî lîstikek hatiye kirin û got: “Desthilatdariyê pêngav bi pêngav ev pêk aniye. Çapemeniya alîgir bi awayekî ‘HDP’ê êrîş pêk aniye’ nîşan da û partiya me hedef nîşan da. Sûcekî bi xof kirin û manîpulasyonek mezin afirandin. Hişê mirovan vê nagire. Piştre dest bi propagandayê kirin. Li ser vê hevşaredarên me girtin. Piştre jî qeyûm tayîn kirin. Ev lîstik li ber çavê hemû kesîpêk hat. Bi rastî jî senaryoyek nivîsîn û qeyûm tayîn kirin.”
 
‘Wê di senaryoya xwe de winda bibin’
 
Meralê destnîşan kir ku piştî qeyûm tayînê sê şaredariyan bû şûnde çalakiyên destpêkirin hîna didome û wiha pê de çû: “Li her derê bertekên cidî hatin nîşandan. Ev tişta tê qebûlkirin bi tu awayî nikare bê qebûlkirin û ne gelê Pasûrê ne jî gelê Amedê wê vê qebûl nekin. Wê di senaryoya xwe de winda bibin. Wê ev qeyûm jî bibe.”
 
Meralê daxuyakirin ku polîtîka qeyûm nikare berdewam bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê qeyûm biçin û dîsa şardarên me bên ser peywirê. Ger li vî welatî hilbijartin hebin û hevşaredar ji aliyê gel ve bên hilbijartin wê demê ew kursî ne cihê qeyûm e. Wê demek kurt de biçin. Desthilatdarî di mijara qeyûman de nikare îqna bike û partiya xwe jî nikare îqna bike. Di îqnakirina parlamenter û tabana xwe de gelek dur e. Niha serberjêr tên xwarê. Dema desthilatdariyê kêm maye. Biryara qeyûman di serî de li hember îrade, azadî û destkeftiyên jinan e. Em jin wê mafên xwe nedin destê desthilatdariyê.”
 
Serpîl Kemalbay: Hewl didin hewayek dijberê HDP’ê biafirînin
 
Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, jî daxuyakirin ku hevşaredarên Pasûrê bi komployê hatine girtin û ev tişt anî ziman: “Piştî darbeya qeyûm, HDP zêdetir di civakê de hat qebûlkirin û hîna jî li dijî vê plan tên kirin. Yek ji van jî komploya li hember hevşaredarên Pasûrê ye. Demeke hinek dayik anîne ber HDP’a Amedê û hewl didin hewayek dijberê HDP’ê biafirînin. Heman rojê li Pasûrê teqînek pêk hat. Pirsnîşanên ku kê bûyer pêk aniye diafirînin. Ev bûyer dişibe bûyera Serêkaniyê ya ku 2 polîs hatin kuştinê. Çapemeniya alîgir manşetên wek HDP’ê teqîn pêk aniye nîşandan.”
 
Serpîlê di berdewamiyê de bi lêv kir ku darazê hema biryara girtinê da û HDP hat krîmînalîzekirin û hêzên demokrasiyê jî rexne kir û wiha got: “Gelek carî, dewletê ev lîstikên xwe yên qirêj, bi destê çapemeniyê bi afirandina nêrînên civakî, serê wan girtiye. Ev rewşeke ku pir zêde deşîfre bûye. Bi raybet manşetên Yenîşafakê. Li dijî vê berpirsyarî dikeve ser milê hêzên demokrasiyê. Li dijî qeyûman tenê şermezarkirin têr nake, gotinek têr nake. AKP li dijî van bertekên kêm zêdetir çavsor dibe.”
 
‘AKP êdî hêza xwe winda kiriye'
 
Serpîlê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku hikûmet nahêle ku gel HDP’ê wek hêvî bibîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wezîr çûn serdana malbatên ber HDP’a Amedê. Em bi organîzasyoneke ku polîs hewl dide partiyê li ser piyan bigire, re hatine rû hev. Ev kampanyaya mezin a li hember partiyekê, eciziya desthilatdariyê nîşan dide. Van êdî hêza xwe jî winda kirine. Em bi partiyeke ku êdî her sûcî dike re hatine rû hev. Ji bilî têkoşinê jî riyeke din tune.”