Ozlem Gumuştaş: Zextên dewletê zêde dibin

  • 09:10 18 Îlon 2019
  • Ramyarî
WAN - Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş, zext û operasyonên bi wesîleya qeyûman zêde bûne nirxand û wiha got: “Kengî bi Kurdan re demokrasiyek bê pêşxistin, desthilatdarî bi lez gotina ‘terorê’ dide ser zimanê xwe û zextan zêde dike. Hewl didin gel ji HDP’ê dûr bixin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Çalakiyên gel yên li hember qeyûmên tayînê şaredariyên bajarên mezin yên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê bûne didome. Li gelek bajarên Tirkiyeyê ji 19’ê tebaxê heta niha bertek didomin. Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, operasyonên zext, binçavkirin û girtinê nirxand.
 
‘Dewlet zextên xwe li hember Kurdan zêde dike’
 
Ozlemê diyar kir ku wê zext bi wan şûnde gavê nede avêtin û wiha got: “Desthilatdariya siyasî wek her tim bi destê darazê dixwaze sînor bide tevgera ku gel pêş dixîne. Kengî tevgereke bi Kurdan re pêk bê, desthilatdarî bi lez gotina ‘terorê’ dide ser zimanê xwe û zextan zêde dike.”
 
Ozlemê bi lêv kir ku wê ev zext ji vir şûnde jî bidomin û ev tişt bi lêv kir: “Ev zext her tim hebûn. Wê hebin jî. Çalakiyên berê dikin hincet û kesan digirin. Ji ber çalakiyên me bi HDP û KCD’ê re pêk aniye gelê me tê darizandin. Hinek kes jî ji ber dozên berê tên sûcdarkirin.”
 
‘Piştî qeyûman lêpirsîn bi lez dest pê kirin’
 
Ozlemê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî qeyûman zextên li ser endamên HDP û ESP’ê, rêveberên HDP’ê zêde bûn. Desthilatdarî bi êrîşên tevgerên demokrasiyê dike. Piştî qeyûman li Stenbolê bi lez lêpirsîn hatin destpêkirin. Hevalên me yên tevlî çalakiyan bûne bi hincetên cuda tên binçavkirin. Hewl didin gel ji HDP’ê dûr bixin. Ji bo desthilatdarî dest ji şaredariyan bikşîne em ê têkoşînê bidomînin.”
 
‘Em hewl didin têkoşîna xwe ya edaletê mezin bikin’
 
Ozlemê bal kişand ser malbatên li ber HDP’ê dipên û got hemû gotinên desthilatdariyê yên der barê demokrastiyê de têk çûne û got: “Dewletê berê malbatan daye ber HDP’ê. Em hewl didin têkoşîna edaletê mezin bikin. Desthilatdarî malbatan dike hincet û li rêveberan lêpirsînê vedike. Ev ne hiqûqî ye û ne edalet e.”
 
‘Jinan her tim îradeya xwe nîşan dan’
 
Ozlemê her wiha pergala hevserokatiyê ya ku hinceta tayînkirina qeyûman tê nîşandan jî nirxand û wiha dawî lê anî: “Dîsa li dijî çalakiyên jinan ên li hember darbeya qeyûm, lêpirsîn bi lez hatin destpêkirin û ev jî ne tesaduf e. Ji ber ya herî zêde desthilatdarî da zorê têkoşîna azadiya jinê bû. Di pêvajoyên herî êrîşkar ên AKP’ê de dîsa jin daketin kolanan û îradeya xwe nîşan dan. Em ê dîsa îradeya xwe nîşan bidin û mewziya xwe biparêzin.”