‘Sedema şîdetê polîtîkaya bêcezabûnê ya hikûmetê ye’

  • 09:08 16 Îlon 2019
  • Ramyarî
Şehrîban Aslan
 
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn diyar kir ku polîtîkayên bêcezabûnê şîdeta li ser jinê zêde kiriye û wiha pê de çû: “Yekane sedema şîdetê polîtîkayên qels û bêcezabûnê ye. Armanca me ev e ku bi kampanya guherînê re, qadên azadiyê bên afirandin û polîtîkayên şîdetê bidawî bin.”
 
Bi polîtîka bêcezabûnê ya ji bo kujerên jinan pêk tên, mirov dikarin bêjin ku kujer tên parastin. Gelek jin jî tevî ku daxwaza parastinê dikin, tedbîr nayên girtin û ji ber vê tên qetilkirin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn da zanîn ku di qetilkirina jinan de pisgirêka herî mezin, desthilatdariya heyî ye û hewl dide ku Peymana Stenbolê û qanûna hejmar 6284 rabikin.
 
‘Di bin navê întîxarê de jin tên qetilkirin’
 
Zelalê bi lêv kir ku di meha tebaxê de 49 jin hatine qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek mirinên kujinan ku wek ‘întîxar’ derbasî qeyda dibin, em dizanin ku piraniya wan kuştine. Ev jin di nav malbatê de ji ber zextên li ser wan berê xwe didin întîxarê an jî ji bo di bin navê cînayetê de neyên darizandin, întîxarê li wan ferz dikin. Der barê kuştinên jinan de tu tedbîrek parastinê nayê girtin.”
 
‘Jin bê parastin tên hiştin’
 
Zelalê destnîşan kir ku li cihê ji bo protestokirina qeyûman lê bûn, hêzên ewlehiyê û bariyer pir zêde ne û got: “Pergala ku di bernameyeke wisa demokratîk de dicive, ji polîtîkayên parastina jin, zarok û sewalan jî dûr e. Bi rêbaza bêcezabûnê piştgirî û cesaretê didin mêran. Di rojên borî de mêrekî ku dema diçû ku hevjîna xwe bikuje hat girtin, hat berdan. Jin bê parastin tên hiştin. Tevî ku daxwaza parastina jinan tê kirin jî kuştin pêk tên. Di dema parastinê de numareyek telefonê didin jinan û dibêjin dema rîskê de bigerin. Lê di vê pêvajoyê de tişta dibe jî dibe ji xwe. Şîdet her diçe zêde dibe. Cezayê şîdetê tune. ”
 
‘Dixwazin Peymana Stenbolê rakin’
 
Zelalê bi lêv kir ku bernameyên televîzyonê, rêzefîlm, reklam û gelek weşanên din, piştgiriyê didin şîdetê û wiha pê de çû: “Şîdeta bi bernameyên televîzyonê de tên weşandin di civakê de tên hemberî me. Divê ewil ji van destpê bikin. Em di pêvajoyeke ku nîqaşên rakirina Peymana Stenbolê tên kirin de derbas dibin. Peymana Stenbolê, li dijî şîdetê zemîna qanûnî û mafê têkoşînê ava dike. Divê em bi awayekî cidî xwedî li vê derkevin. Îro em dinêrin ku hemû qanûnên li alî jinan, naveroka wan tê valakirin û jin di civakê de bê parastin tê hiştin. Ev jî ji polîtîkayên qels yên hikûmetê pêk tê.”
 
‘Wê bertekên me hîn xurtir bin’
 
Zelalê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di dema qeyûman de hemû saziyên jinan hatin girtin û şîdeta li ser jinê piştî vê zêdetir bû. Sedema zêdebûna kuştinên jinan, şîdet, tacîz û tecawizê polîtîkayên qels yê hikûmetê ne. Ji ber vê jî em ê ne dest ji Peymana Stenbolê ne jî ji qanûna hejmar 6284 berdin. Ji vê saetê şûnde wê bertekên me yên li dijî kuştinên jinan xurtir derkeve.”