26 roj in li Wanê Nobeta Demokrasiyê didome

  • 16:37 13 Îlon 2019
  • Ramyarî
WAN - Nobeta Demokrasiyê li Wanê di roja xwe ya 26'an de dom kir, di çalakiyê de parlamenter Muazzez Orhan, diyar kir ku ji bo aştiyeke bi rûmet amade ne û got: "Muxatabê çareseriyê diyar e û her wiha em ji bo çareseriyê amade ne."
 
Çalakiyên şermezarkirinê ya li hemberî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê didomin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi navê Nobeta Demokrasiyê çalakiyên xwe yên şermezarkirinê li Wan, Amed, û Mêrdinê didomînin. Nobeta Demokrasiyê ya li Wanê di roja xwe ya 26’an de didome. Parlamenter, hevşaredar, hevserok, rêveberên HDP'ê yên Wanê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Rêya Armûşê kom bûn û dest bi nobeta xwe kirin. Di nobetê de pankarta 'Ne vîna qeyûm, vîna gel' hat vekirin.  Di çalakiyê de parlmentera Wanê Muazzez Orhan axivî.
 
Muazzez, di çalakiyê de bal kişand ser çalakiyên şermezarkirinê û wiha got: "Berxwedana me ya li dijî dagirkeriya qeyûman dewam bike. Me tim digot qeyûm dizî, desteserkirin û nelîretiyê dike."
 
'150 hezar kes ji kar hatin derxistin'
 
Muazzez,da zanîn ku hetan niha 150 hezar kes ji kar hatine dûrxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi KHK'ê 150 kes ji kar hatin derxistin. Sibêroja wan malbatan hate tûnekirin. Bi sedhezaran kes bê ku bizanin bê ka sûcên wan çi ye ji kar hatin avêtin. Bi hezaran kes ji neçariyê berê xwe dan derveyî welat. Her wiha bi hezaran kes di dema rêwitiya penaberiyê de jiyana xwe ji dest dan.  Her wiha niha bi hezaran kes li bendê ne ku vegerin ser karê xwe."
 
'26 roj in em têdikoşin'
 
Parlamenter Muazzez, diyar kir ku 26 roj in li ber xwe didin û wiha got: "Ev 26 roj in em li vir têdikoşin. Hûn bi xwe jî dibînin tehemûla wan nîne ku tenê zarokek jî guhdarî me bikin. Ditirsin. Bi bêdengiyê wisa dizanin wê wiha biçe, lê wiha naçe. Tu demê jî wiha naçe. Sedam Huseyîn jî zilim kir, Esat jî zilim kir. Ew hemû çûn ev rejîma dîktator jî wê hilweşe.”
 
'Em ji çareseriyê re amade ne'
 
Muazzez wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dibêjin, em ji çareseriyê re amade ne. Ji bo aştiyeke bi rûmet, ji her navbeynkariyê re em amade ne. Ne Tirk bê Kurdan û ne jî Kurd bê Tirkan dibe, vê yekê dîrokê nivîsand. Muxatabê vê pirsgirêkê diyar e. Birêz Ocalan pêşniyara çareseriyê kir. Li şûna ku wezîr li çalakiya rûniştinê cih bigire bila biçe bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike, wê pirsgirêk çareser bike."