Li Mêrdînê dorpêça qeyûm: Desthilatdarî ji gelê berxwedêr ditirse

  • 09:09 12 Îlon 2019
  • Ramyarî
MÊRDÎN - Yek ji parlamenterên HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag ku 25 roj in tevlî çalakiya rûniştinê ya li Mêrdînê ya li dijî qeyûman dibe wiha got: “Hikûmet bi qeyûman re dixwaze şerekî kûr bide destpêkirin. Lê gelê ku li alî aştî û demokrasiyê ye ji tehdîdên wan natirsin. Wê desthilatdariya bi xwînê xwedî dibe bi têbikoşînê biçe.” 
 
Piştî qeyûm tayînê sê bajarên şaredariya bajarê mezin ên HDP’ê yên Amed, Mêrdîn û Wanê bûn şûnde çalakiyan di 19’ê Tebaxê de dest pê kir û didomin. Gelê Mêrdînê ku 25 roj in li Parka Riyên Bejayî çalakiya rûniştinê pêk tîne û hêrsa wan a li dijî qeyûm qet kêm nabe, dorpêça polîsan li hembear çalakiyê jî roj bi roj zêdetir dibe. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag da zanîn ku gel bi tehdîd û dorpêçan kolanan terk nakin û wiha got: “Gelê Kurd ji tehdîdan natirse. Ji bo mezinkirina berxwedanê jî divê hemû gel piştgiriyê bide berxwedanê.”
 
‘Qeyûm li dijî demokrasî û hiqûqê ye’
 
Dersîmê bi lêv kir ku gel bi rojane li dijî qeyûm têdikoşe û wiha got: “Îradeya gelê Kurd hat xespkirin û ji destê wan hat girtin. Gel bi têkoşînê bersiv da vê xespkirina îradeyê. Em baş dizanin ku ev xespkirin, hebûna gelê Kurd qebûl nake. Ji ber vê jî ne tenê gelê Kurd, divê hemû gelê Tirkiyeyê, hemû kesên demokrasiyê dixwazin li dijî vê dengê xwe bilind bikin. Qeyûm nenaskirina demokrasî û hiqûqê ye. Bi 2016’an de piştî qeyûm hat tayînkirin şûnde polîtîkayek şer a kûr hat meşandin. Îro jî dixwazin vê bikin. Dixwazin nîşan bidin ku bi van qeyûman şer hatiye destpêkirin. Hikûmet ne aştiyê, dixwaze li bajarên Kurdan şerekî kûr bide destpêkirin. Ji ber vê divê em li dijî polîtîkayên şer li qadan bin. Her kesên aştiyê dixwazin divê têkoşînê bidin.”
 
‘Heta zimanê şer bi kar bînin wê winda bikin’
 
Dersîmê destnîşan kir ku hemû kesên li dijî qeyûman derketine der, rastî mûdaxaleya tund hatine û ev jî nîşan dide ku desthilatdarî ji yekîtiya gel ditirse û ev tişt daxuyand: “Ev êrîşa tirsa hikûmetê ya li hember yekitiya gel nîşan dide. Ji ber di hilbijartinên Stenbolê de dîtin ku ew çawa tên serobinokirin. Lê wê qeyûm jî wan xilas neke. Wê dîsa têk biçin. Wê gel bi ser bikeve. Desthilatdarî her roj bi tehîdên di çapemeniyê de dixwaze gel biçewisîne. Zimanê tehdîdê bi kar tînin. Di hilbijartinên herêmî de ev kirin. Winda kirin. Heta zimanê şer bidome wê winda bikin.”
 
‘Em li dijî faşîzmê bibin yek’
 
Dersîmê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Birêz Ocalan di hevdîtinên dawî de gotibû ‘Ez di hefteyekê de dikarim pirsgirêkan çareser bikim. Ez dikarim aştiyê bînim.’Li dijî vê destê aştiyê wan jî nîşan da ku wê çawa şer bînin. Bi qeyûman ev nîşan dan. Em bang li hemû gelê ku azadî û demokrasiyê dixwazin dikin. Em li dijî vê zext û faşîzmê bibin yek.”