‘Wê ewil hesab bidin jin û dayikan’

  • 09:06 12 Îlon 2019
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Jinan diyar kirin ku ‘wê ewil hesab bidin jin û dayikan’ û bertek nîşanê qeyûman dan. Jinan li dijî qeyûman banga mezinkirina têkoşînê kirin û wiha got: “Me soza têkoşînê daye. Ji vir şûnde wê kîjan êrîş, zext û komujî bi me şûnde gavê bide avêtin?”
 
Piştî qeyûm tayînê 3 şaredariyên bajarê mezin ên HDP’ê yên Amed, Mêrdîn û Wanê bûn şûnde çalakiyan di 19’ê Tebaxê de dest pê kir. Ji 7’an heta 70’ê her kes li dijî xespkirinê daketin kolanan û bi şev jî saet di 20.00’an de çalakiya dengderxistinê pêk tê. Jinan bal kişandin ser xespkirina îradeya wan û got wê têkoşîn bidome.
 
‘Heta dawî em ê têbikoşin’
 
Jina bi navê Aysel Tufan daxuyakirin ku divê jin û dayik zêdetir li dijî qeyûman têbikoşin û got AKP û MHP’ê tifaqa ku Kurdan biqedînin ava kirine. Ayselê wiha berdewam kir: “ Em dizanin ku ew dixwazin Kurdan biqedînin. Ji destê wan bê wek Saddam wê jehrê bavêje bajarê Kurdan lê nikare bike. Dem ne ew dem e. Bi van êrîşan hewl didin îradeya me gelê me tune bikin. Dema gundên me hatin şewitandin, zarok rastî tecawizê hatin, zarokên me hatin qetilkirin jî em bêdeng neman. Me soza têkoşînê daye. Ji vir şûnde tu tiştek ne zext, ne êrîş ne jî komkujî nikare bi me şûnde gavê bide avêtin. Bila ji bîr nekin, ev welat yê me ye. Ev ax ya me ye. Kes nikare ji me bigire. Nikarin bi qeyûman me bitirsînin. Binêrin em li vir in. Em ê li vir bin. Kes nikare me ji riya me vegerîne. Heta dawî em ê têbikoşin.”
 
‘Ma tu şerm nakî?’
 
Jina bi navê Fatma Şîmşek jî bi lêv kir ku diz, kujer, xapînok, îxanetkar hemû hatine gel hev, li hember Kurdan bûne yek û bang li Walîtiyê Amedê Hasan Basrî Guzel yê wek qeyûm hatiye tayînkirin kir û got: “Walî beg tu şerm nakî? Tu maf dixwî, tu qet şerm nakî? Gelê vî bajarî tu tercîd nekirî. Tu yê niha çawa li rûyê wan binêrî? Tu yê çawa derkeve nav gel. Em Selçuk Mizrakli dixwazin. Em şaredarê xwe dixwazin. Me ew hilbijart. Em ten as nakin.”
 
‘Em jin bi bandor dibin, divê em zêdetir derkevin kolanê’
 
Hacer Karabag jî bertek nîşanê polîtîkayên êrîşê yên li hember Kurdan û bi lêv kir ku divê demildest dawî li van polîtîkayan bê û wiha pê de çû: “Gelek ji ber ku demokrasiyê dixwaze rastî êrîşan tê. Gelo em bi zîhniyetek çawa re dijîn? Her tim Kurdan û muxalîfan hedef nîşan didin. Di tiştekî biçûk de dest bi êrîşan dikin. Naxwazin em biaxivin, em li mafê xwe bigerin. Sibehê ji bo em li rûyê zarokan û ciwanan binêrin divê em têbikoşin û li mafê xwe bigerin. Divê li dijî xespkirina îradeyê, jin û dayik zêdetir deng derbixin. Em nikarin xespê ji nedîtîve bên. Li vî welatî kuştina jinan, îstîsmara zarokan, bûyerên tacîz û tecawizê zêde bûne. Tu tiştek ji bo vê nayê kirin. Divê ewil ew hesab bidin jin û dayikan.”