Ji jinan der barê pirsgirêka panaberan: Divê polîtîkaya lihevhatinê bê pêşxistin

  • 09:18 11 Îlon 2019
  • Ramyarî
Gulîstan Azak
 
MERSÎN - Jinan polîtîkayên hikûmetê yên li hember penaberan guhertine nirxandin û der barê pirsgirêkên penaberan de ji bo rêveberiyên herêmî pêşniyar û tespît kirin û bang li hikûmetê kirin ku ji bo lihevhatinê divê çareseriyên mayînde pêk bên.
 
Walîtiya Stenbolê diyar kir ku penaberên ‘derveyê qanûnî hatine Tirkiyeyê’ wê bên girtin û dersînorkirin û Sûriyeyên di çarçoveya parastina demborî de jî wê ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve wê sewqê bajarên diyarkirî bên kirin, yên qeyda wan tune jî vegerin bajarên qeyda wan lê ye. Di navbera 12-31’ê Tîrmehê de 12 hezar û 474 penaber şandin navendên şûnde şandinê û  penaber şandine Efrîn û Îdlîbê, bi vê jî guherîna demografîk a herêmê tê kirin. 
 
Bajarê herî zêde Sûriyeyî lê dijî Stenbol e
 
Li gorî daneyên îdareya Koçberiyê ya 15’ê Tebaxa 2019’an de bajarê herî zêde penaberên Sûriyeyî lê dijîn Stenbol e û 548 hezar û 134 kes lê dijîn. Her wiha piştî Stenbolê jî, Dîlok, Hatay, Riha, Edene û Mersîn tê. Hejmara Sûriyeyiyên ku destûra xebatê ji wan hatiye dayîn jî 31 hezar û 185 e. Her wiha li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Hundir hejmara penaberên vegeriyane welatê xwe jî 337 hezar û 729 e.
HDP û TJA’yê bi armanca balê bikşînin ser rewşa penaberan li Mersînê di dawiya hefteyê de komxebata bi mijara ‘penaberên jin’ pêk anî. Jinan di komxebatê de diyar kirin ku yên herî zêde ji şer bi bandor dibin jin in û pêşniyarên çareseriyê kirin. Jinên tevlî komxebatê bûn ji ajansa me re axivîn.
 
‘Divê polîtîkayên demdirêj ên mayînde bên pêşxistin’
 
Bedîz Yilmaz bal kişand ser mijara penaberên li Tirkiyeyê û got Tirkiye tevî ku welatê ku herî zêde penaberan dihewîne tê zanîn jî, penaberên li Tirkiyeyê ne xwedî mafên penaberiyê ne.
 
Bedîz wiha berdewam kir: “8 sal derbas bû. Şer li welatê wan biqede jî vegera wan ne bi mantiq e. Divê em qebûl bikin ku serhejmarek cidî li Tirkiyeyê dimîne û ji ber vê jî çareseriyek mayînde yanî polîtîkayek der barê lihevhatinê hilberînin. Ev hem di alî desthilatdarî hem di alî rêveberiyên herêmî de li gorî min girîng e. Em bi serjimareke ne çûyînê, li vir bicihbûnê re rû bi rû ne. Divê ev bê qebûlkirin.Divê em hemû cudahiyan bibînin, qebûl bidikin û nokteyên hevpar pêş bixînin. Polîtîkaya AKP’ê ya der barê penaberên Sûriyeyê de diguhere. Gotinên pêşdarazê yên siyasetmedaran yên li hember penaberan pêşdarazê gurtir dike. Her ku berjewendî diguherin, wê polîtîka jî biguherin.”
 
‘Em vî rûyê nebaş yê polîtîka AKP’ê dibînin’
 
Seroka Baskên Jinan a CHP’a Mêrsînê Pakîze Esen jî wiha got: “Em bi jinên TJA û HDP’ê re ji bo çareserkirina pirsgirêkên jin û zarokên panaber hatin cem hev. Pirsgirêka penaberan a ku pirsgirek polîtîka AKP’ê ye hewl tê dayîn bavêjin ser rêveberiyên herêmî û şaredariyan. Em vê pirsgirêka hikûmetê dibînin. Ji ber ku dema derî hatin vekirin bê kontrol hatin vekirin. Niha jî dibêjim em bixwazin em ê bişînin. Em vê riya qirêj ya AKP’ê dinirxînin.”
 
Aktîvîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek jî wiha bi lêv kir: “Piranî serjimara penaberên li Tirkiyeyê Kurd û Ereb in. Em bi xemgînî dibêjin ku li Tirkiyeyê îro 3 mîlyon û nîv Sûriyeyî hene. Ev jî veguheriye gotina polîtîk-siyasî. Şer çêdibin û mêr şeran derdixin. Herî zêde jî jin ji vê bi bandor dibin. Em hewl didin bal bikişînin ser pirsgirêkên wan. Li kampan bi taybet jin rastî şîdet, fuhuş û kuştinan tên. Em îfade dikin ku divê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Penaberî ne qeder e. Sedemên ku penaberiyê diafirîne hene. Ji bo tespît veguherin çareseriyê fikrên me yên hevpar hene. Em ê xebatên xwe bi rayagiştî re parve bikin.”
 
Hevşaedara dema berê ya Akdenîzê Yuksel Mutlu jî destnîşan kir ku hedefa wan ev e ku ji bo pirsgirêkên penaberan çareseriyê peyda bikin û got der barê rêveberiyên herêmî de jî tespît û pêşniyarên wan hene.