Semra Guzel: Em ê li dijî darbeya siyasî têkoşîna xwe ya rewa bidomînin

  • 09:08 10 Îlon 2019
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Parlamenter Semra Guzel tayînkirina qeyûman wek darbeya siyasî nirxand û got desthilatdarî destkeftiyên siyasî yên Kurd hedef digire û got: “Em ê li dijî xespkirina destkeftiyên Kurdan û HDP’ê bêdeng nemînin. Li dijî vê darbeya siyasî em ê têkoşîna herî rewa bimeşînin.”
 
Çalakiyên protestorkirinê yên li dijî tayînkirina qeyûmên ji bo şaredariyên bajarên mezin yên HDP’ê yên Wan, Amed û Mêrdînê hatî destpêkirin didomin. Welatiyên 23 roj in li Cadeya Lîseyê çalakiyê pêk bînin, tevî hemû zext û zordariyan berxwedana xwe didomînin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ya bi welatiyan re 23 roj in li berxwe dide, çalakî û polîtîka qeyûm nirxand.
 
‘Me nelîrêtî bi belgeyan derxist holê'
 
Semrayê destnîşan ki ku qeyûm tenê destkeftiyên Kurdan hedef digire û ji berxwedanê wêdetir tiştek ji gel re nehiştine û wiha got: “Di 2016’an jî qeyûm tayîn kirin. Baş tê bîra raya giştî. Qeyûm çawa hatin karker ji kar hatin avêtin. Gelek îxrac hatin kirin. Lêpirsîn lê hatin vekirin. Dawî li projeyên DBP’ê anîn. Xebatên çandî hatin hatin sekinandin. Saziyên jinan hatin girtin. Yanî hemû destkeftî tune kirin. Qeyûm di hilbijartinan de bû namzet, lê bi ser neket. Namzetê HDP’ê Selçuk Mizrakli hat hilbijartin. Çawa hat hilbijartin nelîrêtiyên qeyûm jî bi belgeyan derxist holê.”
 
‘Gel HDP’ê tenê nahêle’
 
Semrayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku dethilatdarî li Stenbolê du caran winda kir, vê carê êrîşê Kurdan kir û ewil bi serdegirtina malan xebatkarên şaredariyê binçavkirin û piştre jî qeyûm tayîn kiriye. Semrayê ev tişt bi lêv: “Di her du tayînkirinên qeyûman de hincetek wan ya zelal tunebû. Yek armancek wan hebû ev jî pasîfîzekirina HDP’ê bû. Nexwestin HDP siyasetê bimeşîne. Gel ji HDP’ê hez dike û xwedî lê derdikeve. Ev 23 roj in em bi gelê xwe re li vir in. Em xwedî li deng û îradeya xwe derdikevin.”
 
‘Em tu car dest jê bernadin’
 
Semrayê daxuyand ku gel bi coş û ruhê berxwedanê tevlî çalakiyê dibe û tu êrîş nikare bi gel şûnde gavê bide avêtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya Amedê de gel bersiva qeyûman daye. Gel îradeya xwe dixwaze. Ev 23 roj in ciwan, jin, kal û pîr, zarok dengê xwe didin bihistin. Em dest jê berdandin. Heta em şaredariyên xwe şûnde negirtin em ê di çalakiyê de bin. Ez bang li Gelê Amedê dikim ku tevlî çalakiyê bibin. Divê vê darbeya siyasî em ê têkoşîna xwe ya herî rewa bidin.”