'Werin em hemû dayikan li meclîsê guhdar bikin'

  • 14:16 9 Îlon 2019
  • Ramyarî
ENQERE -  Endamê MYK'ê yên HDP'ê bertek nîşanî lêpirsîna der barê rêveberên HDP'ê yên Amedê de hatiye vekirin dan û got: "Pirsgirêk polîtîk e. Werin em li dayikên bi salane aqûbeta zarokên xwe digerin, dayikên rastî neheqî û êrîşan tên bi hev re li meclîsê guhdar bikin. Bila hemû partiyên siyasî yên li meclîsê berpirsiyariyê bigirin ser milê xwe." 
 
Endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî lêpirsîna dozgeriya Amedê ya der barê rêveberên HDP'ê yên navçe û bajar ên Amedê de vekirin, daxuyanî dan. MYK'ê ya HDP'ê diyar kir ku ev lêpirsînek dirû ye û wiha got: "Ev pirsgirêk polîtîk e. Bi dozgeran çareser nabin. Waliyê bajar daxuyanî da û diyar kir ku lêpirsîn dane destpêkirin. Ev lêpirsîn encama dirûtiyê ye."
 
'Dixwazin bi wan dayikan îktîdara xwe biparêzin'
 
Di daxuyaniya nivîskî de hat destîşan kirin ku divê qerîna hemû dayikan bê bihistin û wiha dom kir daxuyanî: "Em êşa hemû dayikan fam dikin. Em dixwazin êdî dilopek hêsirê dayikan nebarin. Em pirsgirêkan bi rêya demokratik û aştiyane çareser bikin. Em bi muzakereyan pirsgirêkan çareser bikin. Yên ku me destê aştiyê dirêjî wan kir û kulm li destê me xistin em nas dikin. Çareseriya pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûn û dewletahiqûqê çareser dibe. Yên dibêjin pirsgirêka Kurd tune jî em dizanin. Me gelek ev fîlm temaşe kirin. Yên bê wîcidanî êrîşî Dayikên Aştiyê kirin me dizanin. Yên hemû zext û tundî li ser dayikên Şemiyê nişandin em dizanin. Heman kes niha dayikên din îstîsmar dikin û dixwazin bi van dayikan îktîdara xwe biparêzin. Werin em bi hevre li meclîsê li hemû dayikan guhdar bikin."
 
'Bila meclîs berpirsiyariyê bigire ser milê xwe'
 
HDP'ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Partiya me ji bo aştî û demokrasî bê ser vê axê têdikoşe. Lê yên di şer de israr dike êrîşî têkoşîna me dikin. Piştî wekîlên me û rêveberên me li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê bang li rayedar û partiyan kir ku em bi hev re pirsgirêkê çareser bikin vê carê dozgeriyê der barê rêveberên me yên Amedê de lêpirsîn dan destpêkirin. Em dibêjin pirsgirêk bi van lêpirsînan çareser nabe. Pirsgirêk polîtîk e û bi dozger çareser nabe. Em carek din bang li Serokomar û îktidarê dikin ku li şûna malbatan bi destê polîsan dişînin partiya me, werin em bi hev re li meclîsê li hemû dayikan guhdar bikin û bi hevre pirsgirêkê çareser bikin. Bila hemû partiyên siyasî yên li meclîsê berpirsiyariyê bidin ser milê xwe."