‘AKP hewl dide welat bi polîtîkaya qeyûm rêve bibe’

  • 09:12 8 Îlon 2019
  • Ramyarî
ÎZMÎR - Hevberdevka HDK’ê ya Îzmîrê Ayşe Yilmaz diyar kir ku tifaqa AKP-MHP’ê bi rêbazên ‘qirêj’ desthilatdariyê didomîne û got li dijî qeyûman ji bajarên rojava divê zêdetir deng derkeve û wiha got: “Ciwan êdî bi propaganda derew ya ‘welat, milet, Sakarya û beka’ bawer nabin.”
 
Hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) ya Îzmîrê Ayşe Yilmaz, tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê nirxand û got desthilatdarî dixwaze tevahiya welat bi polîstîkaya qeyûman bi rêve bibe. Ayşeyê bi lêv kir ku bi taybet divê rêxistinên demokratîk , sendîka û rêxistinên jinan zêdetir beretek nîşan bidin.”
 
‘AKP bi polîîtîkaya qeyûman dixwaze hebûna xwe bidomîne’
 
Ayşeyê detnîşan kir ku AKP ya ku li metropolên wek Stenbol, Enqere û Îzmîrê winda kiriye,ji ber çavkaniyên nelêrêtiyê yên ji bo saziyên wek weqfan pêk anin, ku hatin birîn ketiye tevliheviyê û tayînkirina qeyûman ji bo sê bajarên mezin yên kurdan jî bi armanca desteserkirina derfetên wan pêk aniye. Ayşeyê wiha berdewam kir: “Qeyûm teqabûlî ‘polîtîka şer’ dike. Hewlesta Tirkiyeyê ya dagirker a li Sûriyeyê, di polîtîka tifaqên navbera DYA û Rûsyayê de helwesta li Rojhilata Navîn guhert. Tirkiye pêvajoya li pey xeyalên cuda bi êrîşkirina li hember Îdlîb û Efrînê nirxand. Bi taybet bi tayînkirina qeyûman a ji bo sê bajaran dibêje qey wê xwe bidomîne. Ne li van sê bajaran li metropolan jî berxwedan didome.”
 
‘Em wek HDK di eniyên berxwedanê de cih digirin’
 
Ayşeyê daxuyakirin ku her riyê qirêj ya AKP’ê derdikeve holê, ji aliyê girseyan ve jî tê teşhîrkirin û ev tişt bi lêv kir: “Qeyûman ewil êrîşê destkeftiyên jinan kir. Li gorî wan jin divê li mala xwe rune, deng dernexe û di qada jiyana polîtîk de tunebe. Lê jin her tim li dijî tecrîd, qeyûman di berxwedanê de ne û di eniya pêş de ne. Ji roja qeyûm hatin tayînkirin şûnde dayikêk laçik sipî got ‘ez xwedî li dengê xwe derdikevim bila li we heram be’. Çûyîna wê dayikê ya li ber şaredariyê girseyên mezin yên jinan xist tevgerê. Ji ber ku herî zêde êrîşî jinan dikin divê em têbikoşin. Em wek HDK jî di eniyên berxwedanê de cih digirin.”
 
‘Kes êdî bi propaganda welat, netew û Sakaryayê bawer nake’
 
Ayşeyê destnîşan kir ku di hilbijartinên herêmî de jî di tayînkirina qeyûman de jî wek alava propagandayê gotina ‘beka’ hatiye bikaranîn lê êdî kes bi van gotinan bawer nake û got: “Li Metropolan karker û kedkarên deng dan AKP-MHP’ê dîtin ku pirsgirêka ‘beka’ tune ye û wiha pê de çû: “Vê polîtîkayê 10 sal berê bandor li ser girseyên mezin dikir lê di van du hilbijartinên dawî de gel dît ku pisgirêka jê re dibêjin beka tune ye. Girseyan dît ku meclîseke bê HDP, meclîseke bê muxalefet e. Heta CHP jî vê wisa dide nasîn. Em dizanin ku Kemalîzm damareke xurt e. Piştî hilbijartinên dawî vê damarê ev hinek lêpirsîn kir. Ciwan êdî wek berê bi pirsgirêka beka, Sakarya, milet û netew bawer nabin.”
 
‘CHP partiya dewletê ye, divê rêxistinên girseyî bertek nîşan bidin’
 
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku dersa girseyan li qadên cuda daye têr nake, qeyûmên li bajarên kurdan hatine tayînkirin dikare li metropolan jî bê pêkanîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “CHP ya bi dengê kurdan hat hilbijartin divê baş bifikire. Kurdan ezmûna demokrasiyê dan. Lê divê daxuyaniya serokê giştî yê CHP’ê ya wekê ‘ez derketina derve rast nabînim’ li ber çavan bê girtin. Tevî evqas êrîş, xespkirina îradeyê gotina ‘dernekevin kolanê’ tam mantika dewletê ye. Wek muxalîf ne CHP, rêxistinên girseya demokratîk, sendîka û rêxistinên pîşeyî hene.Divê hemû karker bersîvê bidin êrîşan. Divê beriya her tiştî gel xwedî li îradeya xwe derkeve.”