Dengê Kolanê: Divê berxwedan bê rêxistinkirin

  • 09:15 7 Îlon 2019
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Jinên Amedê yên li kolanan bertek nîşanê qeyûman dan, diyar kirin ku divê berxwedaneke hevpar bê rêxistinkirin û wiha got: “Heta em şaredariyên xwe negirin divê em li ber xwe bidin."
 
Di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînê şaredariya HDP’ê ya Wan, Amed û Mêrdînê bû. Tevî hemû şîdet û êrîşa polîsan protesto didomin. Ji 7’an heta 70’ê her kes li dijî xespkirinê li kolanan e û bi şev saet di 20.00’an de jî çalakiya deng derxistinê pêk tînin. Jinên Amedê ber barê xespkirinê de bertekên xwe anîn ziman.
 
‘Em neçarin li kolanan bin’
 
Xezal Saridag got wek ciwan wê xwedî li îradeya xwe derkevin û wiha got: “Em ê li dijî desthilatdariyê li her derê têkoşîna xwe bidin. Em neçarin ji bo jinan, ji bo zarokan û daristanan têbikoşin. Ji bilî têkoşînê rê tune. Dem ne dema bêdengî û rûniştinê ye. Divê em dakevin kolanan. Em dixwazin îrada me bê naskirin. Em ji bo vê li kolanan in. Divê li Tirkiyeyê bi gelan re berxwedanek hevpar bê rêxistinkirin.”
 
‘Tayînkirina qeyûman dijhiqûqiye’
 
Ronda Bat jî destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman dijhiqûqiye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Îradeya gel nikare bê xespkirin. Tu aliyê vê yê hiqûqî tune ye. Berxwedan 20 roj in didome û wê biser keve. Em şaredarên xwe dixwazin. Me dengê xwe dane wan. Hilbijartin hat kirin me jî denga xwe bikar anîn. Ji ber vê em bi tu awayî qeyûman qebûl nakin. Em divê heta şaredarî şûnde neyê girtin berxwe bidin. Ev ne pisgirêka Gelê Kurd tenê ye, ya hemû gelane. Divê li dijî vê berteke hevpar bê nîşandan.”
 
‘Gelê Kurd wê şûnde gavê navêje’
 
Aşan Karun Zengîn jî bi lêv kir ku ew di berxwedaneke mafdar de ne û ev tişt anî ziman: “Du care îrada gel tê xespkirin. Êrîşê destkeftiyên gel dikin. Armanc ev ku pêşî li statuya Kurdan bigirin, yekîtiyê xera bikin. Ji bo qeyûman rewa bikin, malbatên ku zarokên wan çûne çiyê dişînin ber derê HDP’ê. Ev parçeyeke lîstika qirêj e. Bi sedan cenazeyên winda yên vî gelî hene. Bi sedan cenazeyên nasnameya wan nehatiye diyar kirin hene. Ciwanên hatine kuştin yên vî gelî hene. Zarokên wan malbatan jî zarokên vî gelî ne. Dewlet nikare me bi hev bide şikandin. Ev polîtîka valane. Em dayik destûr nadin vê. Em ê xwedî li zarokên xwe derkevin.”