Jinên Şirnexê: Dev ji destkeftiyên xwe bernadin

  • 09:10 5 Îlon 2019
  • Ramyarî
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Siyasetmedarên jin ên li Şirnexê tayinkirina qeyûman şermezar kirin û gotin: "Îktîdara AKP’ê di serî de destkeftiyên jinan hedef girt û xebatên jinan hatin astengkirin. Pergala hevserokatiyê destkeftiyek me ye. Em ê ji bo destkeftiyên xwe her tim di nav têkoşînê de bin"
 
Bertekên li hemberî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdîne didomin. Xebatên jinan ên şaredariyan hatin rawestandin û mêran tayînê Midûriyetên Polîtîkayan Jinan hatin kirin. Hinceta tayînkirina qeyûman wekî pergala hevserokatî hat nîşandan. Siyasetmedarên jin ên li Şirnexê der barê pergala hevserokatiyê û destkeftiyên jinan de nêrînên xwe ji ajansa me re ragihandin. 
 
'Em ê her tim li qadan bin'
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Cizîrê Guler Tunç, di axaftina xwe de bal kişand ser pergala hevserokatiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îktîdar pergala hevserokatiyê hedef girtiye û êrîşê jinan dike. Îktîdar tehemûlê destkeftiyên jinan nake û êrîş dike. Niha vîna me hat xespkirin û dest danîn ser şaredariyên me. Lê em wekî her car niha jî dev jî têkoşîna xwe bernadin. Em ê li her qada jiyanê û li her derê li ber xwe bidin. Çend meh beriya niha li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Hevseroka Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven greva birçibûnê dabû dest pê kirin û  dayikên jî li qadan li ber xwe didan. Îro dîsa em ê li qadan bin em paşve gav navêjin. Berxwedan dê bi pêşengiya jinê mezintir bibe."
 
'Li dijî komkujiya jinê têkoşîna xwe mezin bikin'
 
Guler, qala komkujiyan jinê jî kir û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Îktîdara AKP’ê îro bûye dûjminê jinan. Wekî kuştina Emîne Bulut, Ozgecan Aslan û hwd.  îktîdar her tim bêdeng maye. Çawa li hemberî kuştina jinê tiştek nake niha jî êrîşê destkeftiyên jinan dike. Lê belê em dibêjin em tu carî serî li ber îktîdara AKP’ê û dewletê natewînin. Em ê li dijî xespkirina vîna xwe û komkujiya jinê têkoşîna xwe mezin bikin."
 
‘Hevserokatî destkeftiyeke jinê ye' 
 
Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Zeynep Unat jî di axaftina xwe de bal kişand ser pergala hevserokatiyê û destkeftiyên jinan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pergala hevserokatiyê di 9’ê mijdara sala 2005’an de di dema Partiya Civak a Demokratîk (DTP) de hat pratîzekirin. Wê demê cara yekem Aysel Tugluk û Ahmet Turk wek hevserokatî hatin bijartin. Çawa ku nîvê civakê mêr ava dike her wiha nîvê civaka dinê jî jin ava dike. Jin bi têkoşîn û berxwedaneke mezin gihaştin encameke wisa. Jin di her qada jiyanê de di nav tevgerek de bûn. Sala 2005’an heta îro pergala hevserokatiyê wek qanûnî hatiye qebûlkirin. Hevserokatî jî di jiyana me de destkeftiyek e. Îktîdara AKP’ê jî dixwaze jin dev ji destkeftiyên xwe berde. Lê belê me di encama têkoşînê gelek tişt bi ser xist û em tu carî dev ji wan destkeftiyên xwe bernadin."
 
‘Îktîdar destkeftiyên jinan hedef digire'
 
Zeynep, di dawiya axaftina xwe de qala tayînkirina qeyûman kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Îktîdara AKP’ê beriya 4 salan dîsa qayûm tayînê şaredariyên HDP’ê kiribû û destkeftiyên jinan dîsa desteser kirbû. Niha dîsa heman tiştî kir û li hemberî jinan dijminatiyeke dijwar dide meşandin û jinê hedef digire. Her wiha di serdema hikûmeta AKP'ê de komkujiya jinê bi her avayî dom kir. AKP bi şer niha li ser piyê xwe disekine. Lê bila bê zanîn ku jin dê têkoşîna xwe mezin bike."