Hamîde Yîgît: Reyhanli wek bombeya li ber teqînê ye

  • 09:08 4 Îlon 2019
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît diyar kir ku Tirkiyeya ku li Rusya û DYA’yê ketiye tengezariyê, ji aliyê komên çekdarî ve hat protestokirin û ev jî nîşaneya ku li Sûriyeyê ketiye tengezariyê û got: “Di serî de Reyhanli her derê Tirkiyeyê di hedefê de ye.”
 
Tirkiye ku bi DYA’yê re li rojhilatê Firatê lihev kir, di piştgiriya Rûsyayê de jî Hêzên Çedkarî yên Sûriyeyê li Îdlîbê tevger da destpêkirin û cihên stratejîk girt û li bajar pêş ket. Di van operasyonan de wesayîteke sivîl ya di konvoya leşkerî ya Tirk de hat hedef girtin. 
 
Rusya û Sûriyeyê di mijara komên radîkal yên çekdarî yên Îdlîbê de Tirkiye sûcdar kir û Tirkiye di navbera DYA û Rusyayê de ket tengasiyê. Di rojên borî de komên selefî yên meşiyan Deriyê Bab El yê Sînor dirûşmeyên dijberê Tirkiyeyê yên wekê ‘Tirkiye xayîn e, artêşa Tirk xayîn e’ , ‘Wê gel wan jibîr nekin’ berz kirin û hewl dan sînor derbas bikin.
Nivîskar û pispora Rojhiata Navîn Hamîde Yîgît, geşedanên dawî yên Îdlîbê nirxand.
 
‘Ji nêzikbûna Tirkiye -Rusyayê nerazîbûnan destpê kir’
 
Hamîdeyê diyar kir ku komên selefî hatin sînor û Tirkiye, TSK û serokomar Tayyîp Erdogan protesto kirine û ev jî nîşan dide ku Tirkiye di polîtîka Sûriyeyê de ketiye zor û zehmetiyê û wiha got: “Tirkiyeyê sozên dabûn van koman neaniye cih. Li dijî vê bi van komên cîhadî re hêrs derket holê. Artêşa Netewî ya Sûriyeyê ku AKP’ê ava kiriye jî pirfonksiyone. Hinek fonksiyon jî ji nêzîkatiya Tirkiyeyê ya bi Rûsyayê re neheret bûn. Dîtin ku sozê hatine dayîn nayên cih.”
 
‘Meşa berbi sînor bi rêxistinkirî û organîzekiriye’
 
Hamîdeyê wiha berdewam kir: “Peywira Tirkiyeyê ne ku ji van re bibe mertal. Divê pêşî li êrîşên li sînor bigire, ewlehiyê bigire û ji radîkalan biparêze. Tevî ku ev nekir, zêdetir tehdîd li hember Artêşa Sûriyeyê ava kir û qad ji wan re firehtir kir. Fraksiyonên ku dîtin ku ji ber nêzîkbûna Tirkiye û Rûsyayê rastî îxanetê hatine, berbi sînor meşiyan. Ev protestoyeke organîzekirî û rêxistinkirî bû.”
 
‘Ev kom êdî bi Tirkiyeyê bawer nakin’
 
Hamîdeyê bi lêv kir ku Kampa Atme di destê Eniya Nusra ya baskê Sûriyeyê ya El Kaîdeyê, de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Eniya Nusra di lîsteya terorê de ye. Ji Kampên Atme berbi sînor herikîneke zêde çêbû. Li aliyê din jî li ber Deriyê Bab El ya Sînor meşên protestoyî çêbûn. Dirûşmeyên ku Tirkiye û TSK prostesto dikir hebûn. Yên der barê serokomar de hebûn. Daxwazeke wan hebû û gotin ‘Ji Ewropayê re derî vekin’. Ev gotin pir girîng e, nîşan didin ku êdî bi Tirkiyeyê bawer nakin.”
 
‘Reyhanli wek bombeya li ber teqînê ye’
 
Hamîdeyê destnîşan kir ku komên selefî yên çedkar li sînor ji bo teqînê amade ne û ev tişt daxuyand: “Derî, sînor her tişt vekiriye. Ewlehiya sînor tune. Bêguman ev tehdîd li hember Tirkiyeyê ye. Demek dirêj e em dibêjin. Kontrolkirina cîhadiyan ne pêkane êdî. Di encamê de ev xetere li hember Tirkiyeyê ye. Bi awayekî aşkera qêriyan û gotin ‘Hûnê bibînin ku sozên hatine dayîn çawa nayên cih’. Berê jî Reyhanli hedef hatibû nîşandan. Reyhanli demek dirêj e bûye bajarê cîhadiyan. Kampa Atme di sînorê Reyhanliyê de ye. Li pey hev teqîn çêbûn. Hikûmetê ne daxuyaniyek ne lêkolînek kir. Reyhanli wek bombeyeke li ber teqînê ye. Em dikarin bêjin tehdîda cîhadî gihiştiye ber derî.”
 
Serdana Moskovê ya di bernameyê tune!
 
Hamîdeyê diyar kir ku pêşketina artêşa Sûriyeyê bûye sedema ku hevdîtineke bi serokwezîrê Rûsyayê Wladîmîr Putîn û bi taybet piştî xilaskirina Han Şeyhun şûnde, 9’emîn nokteya çavderiyê ketiye bin dagirkirina Artêşa Sûriyeyê û piştî vê bi lêz serdana Moskovê pêk hatiye. Hamîdeyê ev tişt bi lêv kir: “Îhtîmalek mezin ji Putîn xwestin ku operasyon bê sekinandin. Lê Putîn jî got sozên hatine dayîn nehatine cih, agirbest pêk bê jî ev bi giştî di bin berpirsyariya Tirkiyeyê de ye. Ji ber vê jî tişta li vir dixwest bidest nexist. Cîhadiyan jî ev ferq kir û banga rawestandina operasyonan li rayagiştî ya navnetweyî kir.”
 
‘Operasyonek li hember El Nusra li ber deriye’
 
Hamîdeyê anî ziman ku êdî hêza van komên radîkal ya çekdarî ya di bin garantiya Tirkiyeyê de nemaye û qada esas di bin serdestiya Nusra de ye û Nusra jî di lîsteya terorê de ye, ji ber vê wê li hember El Nsura operasoneke hebe.
 
‘Polîtîkayê îflas kiriye’
 
Hamîdeyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku Tirkiye di her du aliyan de jî ketiye tengezariyê û hewl dide nîşan bide ku hem Rusya hem jî DYA hewce bi mutefikiya wan heye û wiha got: “Çareseriya vê ev e ku divê dest ji polîtîka Sûriyeyê bên berdan. Mêjiyê dewletê vê bîne ziman, em nizanin lê tiştek heye ku Tirkiye di karasetê de ye. Polîtîka Sûriyeyê ya Tirkiyeyê îflas kiriye.”