‘Zîhniyeta yekparêz nûneriya wekhev qebûl nake’

  • 09:06 4 Îlon 2019
  • Ramyarî
AGIRÎ - Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar diyar kir ku pergala hevserokatiyê ya ku ji bo tayînkirina qeyûman hincet hatiye nîşandan, ji aliyê gel ve hatiye qebûlkirin û ev jî zîhniyeta serdest nerehet dike û got: “Ji ber xwedî zîhniyeta serdest a mêr û destilatdar in, nûneriya jinan jî qebûl nakin.”
 
Bi biryara Wezareta Karê Hundir re di 19’ê Tebaxê de ji bo sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm hatibû tayînkirin. Bertekên li dijî qeyûman didomin. Yek ji hincetên tayînkirina qeyûman, pêkanîna hevserokatiyê ya şaredariyên HDP’ê hat nîşandan. Jinan li dijî vê bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew dest ji nûneriya wekhev bernadin.
 
Hevşaredara Giyadînê ya Agiriyê Betul Yaşar, bi lêv kir ku ev êrîşa li hember pergala hevserokatiyê, nayê qebûlkirin.
 
‘Li Tirkiyeyê girîngiya hilbijartinen tune ye êdî’
 
Betulê daxuyakirin ku gel di hilbijartinên 31’ê Adarê de bersiva pêwist dabû qeyûmên dema berê û wiha berdewam kir: “Gelo we wisa şaredarî xesp dikir, çima we hilbijartin çêkirin?Wê demê em hilbijartinan rabikin, bila bi tayînkirinan şaredarî bên birêvebirin.”
 
‘Şaredarî bi hincetan girtin’
 
Betulê ev tişt vegot: “Sûcdariyê li hember şaredariyan ne rast e. AKP’ê tenê ji bo berjewendiyên xwe qeyûm tayîn kir. Şaredarî dizîn û hewl dan li gorî xwe hinceta biafirînin. Kes bi van bawer nake. Di şaredariyê HDP’ê de nelêrêtî tune ye. Nelêrêtiyên qeyûmên berê hîna di rojevê de ne. Pereyê ji bo xizmeta gel dane, xwarin. Dan kadayîf û rantê. Em bêjin nelêrêtiyeke li şaredariyên me hatine kirin nîşan bidin, nikarin nîşan bidin. Ji ber ku tune ye. Me dizî nekiriye, em ji bo xizmeta gel li vir in. Lê gel serî netewandiye. Wê dîsa şaredarî bên qezenckirin.”
 
‘Nûneriya wekhev xeta me ya mor e’
 
Betulê bal kişand ser gotinên wezîrê karê hundir Suleyman Soylu yên ku pergala hevserokatiyê hedef digirt û wiha dawî lê anî: “Pergala hevserokatiyê ji aliyê gel ve hatiye qebûlkirin lê nûneriya wekhev Suleyman nerehet kiriye. Ji ber xwedî zîhniyeta serdest a mêr in, nûneriya jinê qebûl nakin. Nûneriya wekhev xeta me ya mor e. Di encama têkoşîna jinan de ev ast hatiye bidestxistin. Em ê li dijî êrîşan berxwe bidin û tu car êrîşan qebûl nekin.”