'Ji bo pêşeroja zarokan divê em xwedî li îradeya xwe derkevin'

  • 09:04 3 Îlon 2019
  • Ramyarî
MÊRDÎN - Li Mêrdînê ku yek ji cihên ku qeyûm tayînê şaredariya bajarê mezin bû, jina bi navê Remziye Abîkan ji bo xwedî li îradeya xwe derkeve bi kurê xwe Muhammed yê 6 salî re li qadan e. Remziyeyê bang li hemû aliyan kir û got: “Em xwedî li îradeya xwe derkevin. Em pêşerojeke baştir bidin zarokên xwe.”
 
Bi biryara Wezareta Karê Hundir re di 19’ê tebaxê de ji bo sê şaredariyên bajarên mezin yên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm hatibû tayînkirin. Li Mêrdînê jî Walî Mustafa Yaman hatibû tayînkirin û piştî qeyûman bi rojane berxwedana li bajaran didome. 16 roj in gel tevî hemû mudaxaleyan çalakiya runiştinê û daxuyaniyan pêk tînin û çalakiyê xwe bi biryar dimeşînin. Remziye Abîkan jî her roj bi kurê xwe yê 6 salî Muhammed re tevlî çalakiyan dibe.
 
'Xwedî li îradeya xwe derkevin'
 
Remziyeyê diyar ku ji roja qeyûm hatine tayînkirin heta niha tevlî bername û çalakiyan bûye û wiha got: “16 roje bi kurê xwe re her roj têm û xwedî li îradeya xwe derikevim. Em qeyûm naxwazin. Me ji kê re got erê me denga xwe daye kê bila ew bê peywirê. Em xwedî li îradeya xwe derdikevin û ji bo vê li vir in. Em ne li bajarê xwe ne jî li cihekî din qeyûm naxwazin. Îradeya me şerefa me ye, em xwedî lê derdikevin. Ez bang li hemû kesî dikim; bila bên xwedî li îradeya xwe derkevin.”
 
‘Em xwedî li pêşeroja xwe derkevin’
 
Remziyeyê destnîşan kir ku ew ji bo kurê xwe û pêşeroja hemû zarokan wê li qadan be û wiha berdewam kir: “Ez kurê xwe jî bixwe re tînim. Ez ji bo pêşeroja wî li vir im. Ew jî wê di pêşerojê de ji bo pêşeroja zarokên xwe berxwe bide. Qeyûm ne pêkanînek duriste. Em zilmê naxwazin. Ez bang li gelê Kurd û Tirk dikim. Bila ji bo pêşeroja zarokên xwe derkevin qadan. Bila her kes deng derxîne. Her kes dakevin qadan. Heta qeyûm neçe em ê li vir bin. Em ê ji qadan venekişin. Heta em hebin em ê têbikoşin. Em wek Gelê Kurd wek gelê Mêrdînê qeyûman naxwazin.”