Pero Dundar: Deriyên rantê yên AKP'ê hatin girtin

  • 09:11 30 Tebax 2019
  • Ramyarî
WAN - Parlamentera HDP'ê Pero Dundar diyar ku çalakiyên bê îtiaatiya sivîl û bertekên gel yên li hemberê tayînkirina qeyûmên ji bo şaredariyên HDP’ê , mafekî rewaye û got: “Bacê wek şîdet li gel vedigerin bila neyên razan. Ji ber ku vê ne wek xizmet wek şîdet û diziyê tê bikaranîn. Ev mafê meyê herî rewa ye.”
 
Bertekên li hemberî tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên bajarên mezin yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amed, Mêrdîn û Wanê didomin û gelê ku rastî êrîşa tûnd a polîsan tê jî çalakiyên xwe didomînin. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar da derbarê pêvajo û geşadanên dawî nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku hesabên AKP'ê yên beriya hilbijartinê li holê ye. 
 
Pero, zanîn ku çalakiyên bê îtiatiya sivîl mafê herî rewaye û wiha got: “Mijar ne tevê avahiya şaredariyê ye. Di esasê de tunekirina Kurdane, redkirina Kurdan e. Ji Kurdan re dibêjin ‘tu di sindoqê de derkevî jî em ê qeyûm tayîn bikin’. Desthilatdarî bi vê polîtîkayê welatekî bê sindoq difikire. Bi taybet dixwaze mafê hilbijartinê ji gel bigire. Dixwaze rejîma yek mêrî berdewam dike. Tayînkirina qeyûman jî ji vê îdeolojiyê serbixwe nîne.”
 
‘Deriyên rantê yên AKP’ê hatin girtin’
 
Pero destnîşan kir ku sedema tayînkirina qeyûman a AKP’ê ev e ku ‘deriyên rantê hatine girtin’ û ev tişt anî ziman: “Bi taybet bajarên mezin yên wekê Stenbol, Edene, Mersîn, Amed, Wan deriyê rantê ji bo ji bo wan. Bi taybet nelirêtiyên li Mêrdînê hatine kirin, diyariyên ji bo wezîr û serokomar hatine girtin bi belgeyan hat tespîtkirin. Armanca hatina qeyûman diziye. Gelek kadroyên xwe şîrketên xwe bi pereyên ji şaredariyan didizin xwedî dikin. Di serî de jî Stenbol tê. Yek ji sedemên tayînkirina qeyûman ev e ku ji ber Stenbol winda kiriye dixwaze tola xwe ji Kurdan bigire.”
 
‘Ger pere hatibe şandin bila vê zelal bikin’
 
Pero daxuyakirin ku tu kes tayînkirina qeyûman a cara duyem pêk tê qebûl nake û wiha berdewam kir: “Tu rewabûna qeyûman tune. Ger wek îdia dikin nelêrêtiyek hebe, şandina pereyekî hebe, mufetîşên vê hene, riya darazê heye, hiqûqê heye. Bila bê lêkolînkirin û zelal kirin. Hinceta din jî pergala hevserokatiyê dan pêş. Hevserokatî di rêveberiyên herêmî de parvekirina jiyanê ye. Pêşî li biryargirtina yek kesî digire. Parvekirina rayeyane. Ev pergal bi têkoşîneke mezin a jin û ciwanan hatiye bidestxistin. Hevserokên me jî ji ber vê tên darizandin.”
 
‘Hesabên AKP’ê yên beriya hilbijartinê li holê ye’
 
Pero bi lêv kir ku gel ji qeyûm ne raziye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pratîka AKP’ê ya li Amedê li holê ye. Di 31’ê Adarê de hilbijartin heye. di 1’ê Nîsanê de jî daxwaza ji peywirgirtinê ya şaredaran heye. Li Mêrdînê derket holê ku di roja duyem a hilbijartinê de lêpirsîn li hevşaredaran hatiye vekirin. Ev ji polîka dijminahiya li hember Kurdan tê. Bêguman ev polîtîka tenê li hember Kurdan pêk nayê. Li aliyên cuda û muxalîfan pêk tê. Ji ber vê divê di serî de jin û hemû kes li dora têkoşînê bibin xeke.
 
‘Ger êrîş maf be, berxwedan jî maf e’
 
Pero wiha berdewam kir: “Em ê çalakiyên xwe yên demokratîk li her qada jiyanê belav bikin. Gel li dijî zilm û zextan berxwe dide. Di dîrokê de jî ev wisa ye. Yên êrîşan maf dibînin, li dijî vê têkoşîn jî maf e. Ez bang li gel dikim ku çalakiyên xwe belav dikin. Li dijî darbeyê sekinîn mirovahiye. Yên qeyûm tayînê şaredariyan dikin, wê tayînê malan jî bikin. Qeyûm di heman demê de mudaxaleya li hember hemû jiyana taybete jî. Faşîzm herî zêde ji dest ditirse. Ji yekbûna gel ditirse. Em ê jî vê rêxistin bikin.”
 
Pero di dawiya axaftina xwe de jî got divê ew qeyûman bînin nokteya ku nikaribin bixebitin û wiha bang li gel kir: “Divê gel qadên baca şaredariyan bigire. Divê fatureyên xwe nedin. Divê veguhestinê bixitimînin. Ji ber bac diçin ji diziyê re. Diçin ji diyariyan re. Diçin ji guleyan re. Ji bombeyên gazê re. Ji şîdetê re. Ji cenazeyan re. Ev pere ne ji bo xizmetê ne. Bila gel bacê xwe nedin.”