Amed 10 roj e li berxwe dide: Li dijî zilmê berxwedan tê meşandin

  • 09:11 28 Tebax 2019
  • Ramyarî
AMED - Parlamenetera HDP’ê Feleknas Uca û endama SKM’ê Satiye Ok ku li dijî qeyûman ev 10 roj e li qadan bi gel re li berxwe didin, diyar kirin ku li dijî vê zilmê berxwedan tê meşandin û wiha got: "Divê gelên Tirkiyeyê li dijî xespa demokrasiyê dengê xwe bilind bike. Îradeya sindoqê û demokrasî tune tê hesibandin."
 
Piştî qeyûm tayînî sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê bû şûnde, çalakiyên dest pê kirin didomin. HDP’ê biryara çalakiya bê navber da û 10 roj e bi gel re li kolan û qadan têdikoşe. Tevlîbûn jî roj bi roj mezin dibe. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca, da zanîn ku gel pêşengiya berxwedanê dike û got tu hêz nikare berxwedanê bişkîne. 
 
‘Li dijî zilmê berxwedan tê meşandin’
 
Feleknasê bi lêv kir ku di 2016’an de jî qeyûm hatine tayînkirin û gel di hilbijartinên 31’ê Adarê de HDP tercîh kiriye û wiha pê de çû: “Ev duyemîn tayînkirina qeyûman e. Vê carê cudatir e. Gel vê carê qebûl nake. Gel berxwedanek mezin nîşan dide. Kes qeyûman qebûl nake. Naxwaze. Her kes dixwaze qeyûm biçin, li dijî êrîşan berxwe didin. Em her roj rastî rêbazên zext û êrîşên nû tên. Em wek gel û partî van êrîşan qebûl nakin û bêdeng namînin. Dayik, ciwan û jin bi rojane li dijî qeyûman berxwe didin. Zarok jî qeyûman bêdadî dibînin. Li dijî zilmê berxwedan tê meşandin. Binçavkirin, êrîş, gaz û cop berxwedanê naşkîne.”
 
‘Hemû cîhan dizane ku dijhiqûqî ye’
 
Feleknasê di berdewamiyê daxuyakirin ku her derê Amedê di bin dorpêçê de ye û ev tişt bi lêv kir: “Hemû parlamenter di nav gel de ne. Ev ne tenê têkoşîna gelê me, têkoşîna me ye jî. Avahiya me ji aliyê polîsan ve hat dagirkirin. Parlamenterên me hatin derbkirin. Hemû kes, Tirkiye û hemû cîhan vê dijhiqûqiyê dizane û em tu car bêdeng namînin. Em tu car şûnde gavê navêjin. Dibêjin ji ber dosyayên şaredaran heye loma qeyûm tayîn kirine. Gelo li vî welatî kesê ku dosya wî tu maye? Doza her kesî, lêprisîna her kesî heye. Ev biryarek siyasî ye. Em vê dizanin. Em vê biryara siyasî tu car qebûl nakin. Wê gelê me bi ser bi keve. Roj roja berxwedanê ye. Roja têkoşînê ye. Ya ku ew dikin dijhiqûqî ye. Wê gelê me bi ser bikeve.”
 
‘Ev operasyona tolgirtinê ye’
 
Endama Meclîsên Jinan a Sosyalîst (SKM) Satiye Ok jî destnîşan kir ku darbe li îradeya gel xistine û got ew jî bi rojane di berxwedanê de cih digire. Satiyeyê di berdewamiyê de wiha got: “Qeyûm darbeyeke li dijî hiqûq, qanûn û demokrasiyê ye. Darbeyeke li dijî destkeftiyên gelê Kurd e. Ev operasyona tolgirtina ji Kurdan e. Em ji dema berê de îcratên qeyûman dizanin. Hevserokên hatin hilbijartin nelêrêtî bi rayagiştî re parve kirin. Şaredarî xistibûn nav deyn. Mafên vî gelî ji qesrê re razandibûn. Gelo AKP bi vê karneyê çawa dikare dîsa qeyûm tayîn bike. Bi rastî fêmkirina vê zehmet e.”
 
‘Divê hemû gel li dijî xespê deng derbixin’
 
Satiyeyê di berdewamiyê de got bi taybet jinan li dijî xespkirina îradeyê, rolek mezin lîstiye, li kolanan li berxwe daye û wiha dawî lê anî: “Em ji bo mafên xwe li qadan e. Em ê vê îradeyê teslîmî dizan nekin. Gel pir bi biryar e. Divê AKP demildest ji vê şaşiyê vegere û mafên gel bidê. Divê gelên Tirkiyeyê li dijî xespkirina demorkasiyê bêdeng nemîne.”