Bedîa Ozgokçe: Em ê li emaneta gelê xwe xwedî derkevin

  • 09:32 24 Tebax 2019
  • Ramyarî
Hikmet Tunç
 
WAN - Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedia Ozgokçe ya ku dewsa wê qeyûm hat tayikirin diyar kir ku tevî hemû astengiyan gel bertek û nerazîbûnên xwe yên li dijî qeyuman nîşan daye û wiha got:"Ez serhildana gel a ji bo xwedîderketina îradeya xwe silav dikim. Em tu carî îxanet li îradeya ku gelê Wanê teslîmî me kir, nekir. Em hewl didin ku bibin layiqê dengên ku gel dane me. Ez bawer dikim ku dê gel bi ser bikeve."
 
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedia Ozgokçe ya ku ji aliyê Wezareta Karê Hundur ve dewsa wê qeyum hat tayikirin, bertekên gel û tayinkirina qeyûman ji ajansa me re nirxand. 
 
'Gel dît ku qeyûm çawa ye û em tercîh kir'
 
Bedia wiha got:"Ger gel qeyûm tercîh bikira dê dengê xwe bida qeyûm. Lê gel em tercîh kir. Butçeya ku bi baca gel dihat avakirin ji qeyûm re veqetandin. Lê ew ji xwe re dibêjin qeyum xizmetê dike. Gelek talan û nelirêtî ji aliyê qeyuman ve hat kirin. Şaredariyên ku malê gel in ji gel re hatin girtin. Bandorek neyînî li ser personelên şaredariyan jî kirin. Gel bi helwesta xwe diyar kir ku careke din qeyûm naxwazin û dengê xwe da me."
 
'Dema mazbataya me dan AKP'ê gel bertek nîşan da'
 
Bediayê da zanîn ku şaredariyên HDP'ê bi dest xist bi hinceta KHK'yî ne hatin xespkirin û wiha got:"Dema mazbataya me dan AKP'ê gel bertek nîşan da. Hêviya gel ji rêveberiyên herêmî heye lê ji ber qeyum hat tayinkirin ev hêviya gel jî bi dawî bû. Tayikirina qeyuman a 19'ê Tebaxê darbe ye. Li vî welatî bawerî tune ye. Çimkî sîstema heyî baweriyê nade gel. Bi hincetên vala şaredarî xesp kirin. Hincetên wan ne hiqûqî ye. Derbarê me de dozên ne hiqûqî hatine vekirin. Em û gel vê yekê qebûl nakin."
 
‘Li tevahiya Tirkiyeyê darbe pêk hatiye' 
 
Bedîa, diyar kir ku pêkanînên bi vî rengî li tu derê cîhanê nîne û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Pêkanîn bi vî rengî tenê li welatê me heye. Li televîzyonan digerin û dixwazin xwe mafdar derxin. Lê derfeteke me ya wisa nîne ku em rewşa xwe ragihînin. Lê tu kes êdî wan bawer nake. Qeyum tê wateya darbeyê. Darbe tenê li Amed, Wan û Mêrdinê pêk nehatiye, li tevahiya Tirkiyeyê pêk hatiye. Dibe ku rojek  Meclîsa Millet a Mezin a Tikiyeyê (TBMM) bê feskirin. Lê ji ber ku rewşa niha wî tiştî nîşan dide. Li dijî bê hiqûqiyê divê bi hev re bertek bên nîşandan."
 
'Gel pergala hevserokatiyê ecibandiye'
 
Bedîa, di axaftina xwe de bal kişand ser pergala hevserokatiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pergala hevserokatiyê di mevzûatên şaredariyê de nîne. Tenê di di rêziknameya partiya me de pergala hevserokatiyê heye. Pergala hevserokatiyê rê li ber jinên ku dixwazin siyasetê bikin vedike. Her wiha îro partiyên çepgir jî pergala hevserokatiyê dinirxînin. Partiya me pergal ji gel re daye nasandin û gel jî vê pergalê ecibandiye. Di hilbijartina 31'ê adarê de gel bi dengê xwe pergala hevserokatiyê qebûl kiriye."
 
‘Dijminatiyê li jinan dikin' 
 
Bedî, destnîşan kir ku karê qeyûm a destpêke bû ji holê rakirina Midûryeta Polîtîkayên Jinan ên şaredariyên Amed û Mêrdinê û wiha got: "Polîtîkayên ku dijminatiyê ji jinan re dike tê afirandin. HDP partiyeke jina ye, ji bo guhertina civakê ji bo jiyana jinê em xizmetê didin. Me jî Midûriyeta Polîtîkayên Jinan vekir bû. Lê qeyûm cara ewil ev midûriyet fes kir, stargehên jinan girt û her wiha beşên li dijî têkoşîna li hemberî jinê xizmetê didan hatin girtin. Kreş hatin girtin. Tiştên ku jiyana jinê rihetir bike hemû hatin girtin."
 
‘Serlêdana jinan ji bo kar zêde bû' 
 
Bedîa, bal kişand ser xizmetên xwe û wiha axivî: "Dema me peywir girt me du jin wekî midûr tayîn kir. Her wiha herî zêde jin ji bo kar serî li şaredariyê didan. Her wiha heke em xizmetên nedin û negihijin hewara jinê karê me li vir çi ye? Duh jinek bi hovane hat qetilkirin. Mekanîzamayên ku li dijî qetilkirina jinê derkevin nîne, lê mixabin bêtir polîtîkayên qetilkirina jinê tê parastin tên afirandin. Lê belê pirsgirêka jinê pirsgirêka civakê ye."
 
‘Vîna gelê me dê bi ser keve' 
 
Bedîa, herî dawiyê di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya gel û wiha got: "Lêpirsinên ku derbarê min de hatî vekirin tu rastiya wî nîne û bê hiqûqî ye. Derdora me ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Bi sala ne avahiya partiya me ji hêla polîsan ve tê dorpêçkirin. Hatin û çûyîna gel tê astengkirin. Lê tu tişt nikare vîna gel me bişkîne. Li derdorên cûda jî ji bo me piştgirî tên. Her kes heman nirxandinê dike û dibêjîn ku ev tişt darbe ye. Em dibêjin me tu carî xiyanetê gelê xwe nekiriye. Em ê her tim li pişt vîna gelê xwe rawestin û em ê bibin layîkê wî gelî. Ez di vê baweriyê de me ku gelê me dê bi ser keve."